Dê yên di serhildana Agiriyê de jiyana xwe ji dest dayîn bên bi bîranîn

16:07

JINHA


AGRI  - Dê ji bo bîranîna kesên di serhildana Çiyayê Agiriyê de jiyana xwe ji dest dane li etekên Çiyayê Agiriyê dê çalakiyek bê li darxistin. 


Dê ji bo bîranîna kesên di 1926 û 1930’an de di serhildana Çiyayê Agiriyê de jiyana xwe ji dest dane li etekên Çiyayê Agiriyê dê çalakiyek bê li darxistin. Dê PHD, HDP, DOKH, EKO TOPLUM-DER, TUHAYD-DER, KURDÎ-DER, Akademiya Siyasiya PHD’ê û DÎSK beşdarî çalakiyê ji bo bîranînê bibin. Dê dibin pêşengiya DÎSK’ê de di 3’ê yê îlonê de li etegên Çiyayê Agiriyê Biçuk bê li darxistin. Hevşaredara Bazidê Delal Tekdemir ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê kir û got: “Gelê kurd gihiştine asta fêkiyên tekoşîna xwe ya li hemberî polîtîkaya înkar  û îmhayê girtinê. Emê jî bi kevneşopiya xwe ya berxwedanê li hevalên xwe xwedî derkevin. Bi vê bûneyê di roja 3’ê yê îlonê saet di 9.00’an de serîde em saziyên xwe û tevayî gelê xwe vedixwînin çalakiya bîranînê.    


Delal anî ziman ku dê ji bo beşdarbûna çalakiyê wesayît ji ber avahiya navçeya PHD’ê bi rêkevin.


 (zt)