Di nava Baxçê Gulan de rêya serkeftina jinan…
08:33
Derya Ceylan / JINHA
ÊLIH – Di roja me de jin di nava hemû jiyana aboriyê de cîh digirin û li gel hemû zoriyan jî tekoşînê dikin. Lingekî dinê yê aboriyê jî çêkirina xwarinêye. Edalet Çagil ya ku li Êlihê karê xwarin çêkirinê dike got: “Jinên ku tekoşînê dikin rastî hemû awayê zoriyan tên.”
Di roja mede jin li hemberî tundiya malbatê û civakê din ava hemû jiyana aboriyê de xwe didin nîşandan. Ji ber wê jî her roja ku diçe hijmara jinan din ava jiyana aboriyê de zêde dibe. Edalet Çagil diyar kir ku dema ew zarok bûye xeyalên wê ewbû din ava baxçeyekê de xwarinên malê çêke. Edalet da zanîn ku wê navê cihê xwe yê xwarinê kiriye “Baxçê Gulan yê Xwarinên Malê” û ew giringiyek mezin dide xebatên xwe.
‘Heger zorî nebe wateya jiyanê jî nîne’
Edalet anî ziman ku ji ber xeyalên xwe bi cîh aniye ew niha gelek şanaze û wiha got: “Ez bi gelek zoriyan re ru bir u mam, lê dawiyê min xwalên xwe anîn cîh. Dema kum in zorî jiyan dikir, min zoriyên xwe bi kesê ne dida hîskirin û bi xwe çareser dikir. Her çiqas zoriyên vî karî hebin jî hes dikim. Heger zorî nebin wateya jiyanê jî namîne.”
‘Min bi tekoşînê pirsgirêkên xwe çareserkir’
Edalet destnîşan kir k udi jiyana kar de li gel zoriyan gelek aliyên rehet yên jiyanê jî hen. Edalet bilêvkir ku wê din ava karê xwe de herî zêde tekoşîn li hemberî mêrên heman karî dikin kiriye û wiha domand: “Min ji bo xwe rêyek xêzkir û di wê rêyê de pêşketim. Ji ber wê jî ezê vî karî bernedim. Armanca min ne cihê xwe mezinkirine, din ava duzenekê de rêya xwe berdewam kirine. Ez hewildidim çar çar karê xwe bikim, ez berhemê keda xwe jî digirim.”
‘Serkeftinên me nayên ziman’
Edalet derbirî kul i Êlihê jin bûyîn cesareteke û hêzeke, ji xwe karê xwarinê kirin hêj zêdetir zortire. Edalet diyar kir ku jin din ava lêgerîna azadiya aboriyê denin û wiha berdewam kir: “Hinek mirov girêdayî xebitîna jinan cuda difikirin. Ji ber wê me gelek tuşt bihîstin, dema cihê wê hat me rexne girin û me laf xwarin. Ji ber wê jî em van gotinan nabin guhê xwe. Emê bi awayekê rêya xwe berdwam bikin. Li Êlihê xebitîna jinan nava jiyana aboriyê tê paşguh kirin. Ji ber wê jî serkeftinên me jî nayên dîtin û serkeftinên me nayên ziman. Lê divê serkeftinên jinan herkes bibîne û bibihîse.”
‘Divê jin bêdeng nemînin’
Edalet da zanîn ku xwe mexdur dîtina jinan ew rast nabînin, her wiha ew bêdengiya jinan jî rast nabînin. Edalet anî ziman ku divê li her qadê jin hîn zêdetir tekoşînê bikin û wiha pêde çu: “Jin ne mexdurin, ew her dem bi hêzin. Ji ber bi tekoşînê hemû zoriyan derbas dikin. Ji ber wê jî her tuşta ku jin bixwazin dikarin bi serbixin.”
(zt)

