‘Em din ava koçberiyê de koçberiyê dijîn’
09:36
Aza Boran/JINHA
HEWLÊR – Di salên 1990’î de ji ber gelek zoriyên jiyan dikirin ji ser axa xwe koç kirin û din ava gelek zoriyan de çun li kampa Mexmûrê bi cîh bûn. Li gel koçên bê dawî vê carêjî koç kirin. Mexmûriyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koç kirin, li Ranya û derdorê wê hatine bi cîh kirin gotin: “Em din ava koçberiyê de koçberiyê dijîn.”
Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî ser qampa Mexmûrê kirin welatiyên nava qampê carekedinê koçberbûn. Di salên 1990’î de ji ber polîtîkayên tundiyê wan cîh û warê xwe berdan koçî Mexmûrê kirin. Niha jî ji ber bê ewlehiya can ji Mexmûrê jî koçî Ranya, Hecîawa û derdorê wê kirine. Koçber Mexmûrê Narinc diyar kir ku wan 9 caran koçberî jiyan kiriye. Narinc anî ziman ku ev 23 salin ew di jiyana koçberiyê denin û wiha got: “Jiyana me êdî koçberiye.” Narinc ji Tirkiyê dest bi koçberiya xwe kir û vegot: “Di 96’an de gundê me Hîlal şewitandin û me ji gund koçî Bihêrê kir. Wê demê tenê beteniyek ya me jî tunebû. Me hem li hemberî baranê û hem jî li hembarî birçîbûnê şer dikir. Em demek kin li wê man. Paşê balefirên tirkan hatin, em hemû reviyan me xwe di şikeftên Bihêrê de bi cîh kirin û balefiran ser mede gule barandin. Wê demê keça min ya bi navê Kurdistan di himbêza min de jiyana xwe ji dest da.
‘Tenê PKK l ime xwedî derket’
Narinc anî ziman ku piştî balefirên tirkan çun ew derbazî Nînovayê bûn û wiha domand: “Dema ku em çun Nînova wêdemê sivistanbû. Me hem li hemberî nexweşiyan û hemî jî li bemberî feqîrî û birçîtiyê li ber xwe dida. Me rojên gelek zor derbas kirin. Piştî du mehan em ji wê jî derbazî Etruşê bûn. Di wê berf û baranê de me di konan de gelek zorî jiyan kir. Em li wê jî du sê sal man. Em ji wê derbazî Bêrsivê, ji wê derbazî Nînova û ji wê jî derbazî Mexmûrê bûn. Niha jî em li vêderêne. Kes l ime xwedî derneket. Tenê PKK xwedî l ime derket.”
‘Neviyên min jî koçberiyê jiyan dikin’
Narinc wiha axivî: “Dema ku em koçber bûyîn di hembêza min de zarokên min hembûn, wana koçberî jiyan dikirin, niha jî neviyên min koçberiyê jiyan dikin. Em din ava koçberiyê de koçberiyê dijîn. Mexmûr ne axa meye lê me li wê xwîn rêjandiye û ked daye. Ew niha hêlîne meye. Em çareseriyek mayînde dixwazin.”
‘Heta nasnameya me nedin me ev koçberî na qede’
Narinc di dawiyê de wiha berdewam kir: “Ev ne tenê pirsgirêkek ya koçberiyê ye, hem pirsgirêka nasnameyêye û hem hî pirsgirêka hebûnêye. Ji ber em nebûn xwediyê nasnameyekê em koçberbûn. Ji ber wê jî divê despêkê nasnameya me bê nasîn. Tekoşîna li Mexmûrê tê dayîn û tekoşîna jiyanê ya kul i vêderê tê dayîn hemû sedema wê pejirandina nasnameya meye. Heta nasnameya me neyê dayîn ev koçberî na qede.”
(zt)

