Amadekariyên despêkê yên Akademiya Rojava qediyane
14:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rovayê Kurdistanê ku di her warî de pêngavên girîng têne avêtin, yekemîn zanîngeha herêmê jî tê vekirin. Amadekariyên zanîngeha ku navê Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê lê hatiye kirin. Zanîngeh avakirina perwerdeya sîstema netewa demokratîk hedef dike.
Li gorî nûçeya ANHA yê di nava 2 salên pêvajoya şoreşê de gelek dibistan, akademî hatin vekirin û xebatên bi vî rengî hatin meşandin. Di sala dawî de jî, bi armanca ku hem ev xebat li gorî sîstemek baştir bê meşandin hem jî hişmendiya dîrok û jiyana esasî ya civakê bê qezençkirin, amadekariyên zanîngehan hatin meşandin.
Dê 20 hîndekar di akademiyê de kar bikin
Di bin banê akademiyê de destpêkê xebatên beşa hiqûqê hatin meşandin. Piştre jî di bin banê Fakulteya Zanistên Civakî de amadekariyên beşên civaknasî û dîrokê hatin kirin. Di van 3 beşan de niha 20 hîndekar cihê xwe digirin. Piştî van xebatan cihê navenda akademiyê li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê hate diyarkirin. Li navendê ji bo şagirtan polêr dersan, pirtûkxane, cihên razanê, salonên sporê, mitbex hatine amadekirin. Her wiha ji bo pêdiviya înternet û komputuran jî cih hatiye amadekirin. Di encama van amadekariyan de jî serlêdanên xwendekaran hatin qebûlkirin û heta niha 60 xwendekaran serlêdan kiriye.
‘Em pergala perwerdê ya alternatîf armanc dikin’
Rêvebera Akamediya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê Rêşan Şakir derbarê sedema vekirin, armanc û hedefên akademiyê, her wiha mekanîzmaya wê de agahî dan ANHA’yê. Rêşan Şakir destnîşan di pêvajoya şoreşê de li her qadekê xebatên avakirinê têne meşandin, lê wan di warê zanistiyê de valahiyek dîtiye, her wiha pêdiviya civakê jî li holê bû, lewma ev fikra vekirina zanîngehê derketiye holê. Li ser pirsa ka çima li şûna gotina “zanîngeh” gotina “Akademî” hatiye bikaranîn, Rêşan Şakir ev tişt anîn ziman: “Li ser vê yekê nîqaşên me çêbûn û di encamê de hate diyarkirin ku armanca bingehîn ronîkirina civakê ye, lewre akademî jî vê yekê pêşwazî dike. Di encamê de gotin akademî hate ecibandin. Akademî di heman demê de têgeha zanîngehê jî pêşwazî dike. Jixwe zanîngehên yekemîn ên dîrokê jî akademî ne. Têgeha zanîngehê jî piştre li şûna têgeha akademîa hatiye bikaranîn.”
Rêşan Şakir, destnîşan kir ku ew dixwazin di feraseta perwerdeya 5 salan a şaristaniyan navendî de şikestinekê pêk bînin û armanca vekirina akademiyê wiha vegot: “Em dixwazin li hemberî pergala perwerdeyê ku sîstema dewletî, desthilatdar û hegemonîk çêkiriye, perwerdeyek alternatîf pêş bixin. Di vê bingehê hedefa me ew e ku em hîmên sîstema perdeyê ku yek ji lingên bingehîn ên projeya netewa demokratîk ku projeya demokrasiyê ya gelê kurd a sedsala 21’an e deynin. Bi vî rengê em dixwazin sazîbûnek ku dikeve xizmeta lêgerîna jiyana exlaqî û polîtîk ava bikin. Dîsa armanc ew e ku di serî de xwendekar, hemû kesên tevlî vê xebatê dibin, bibin afirîner û kirde, bi bandor bibin.”
Rêşan Şakir, destnîşan kir niha tenê 3 beş hatine vekirin, lê xebatek hîn berfirehtir hedefa wan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin hemû xebatên akademîk ên li herêmê têne meşandin, di bin sîwaneyekê de kom bikin û bandorê wê zêde bibe. Di vê çarçoveyê de hedef heye ku beşên wêje, felsefe, erdnîgarî, zanistên siyasî, aborî, ragihandin û hwd. bêne vekirin.”
(zt)

