Li Serhedê amdadekariyên Roja Aştiya Cîhanê tên kirin

14:56

JINHA


WAN – Bernameya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya ku dê dibin sîbera şer de bê pêşewazî kirin diyar dibin. Dê li Herêma Serhedê jî pîrozbahiya Roja Aştiya Cîhanê herî bi reng li Colemêrgê bê pîroz kirin.


Di pêvajoyek ya çeteyên DAIŞ’ê qirkirinên bi xwîn li Rojhilatanavîn dikin de ji bo ku welatî daxwazên xweyên aşityê bînin ziman amadekariyên daketina qadan dikin. Li bajarên herêmê bernameya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê tê diyarkirin. Li Serhedê jî bernameya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku dê jin û zarok bi cil û bergên xwe qadê bi xemilînin wihaye:


Wan


Dê li Wanê 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi meş û vêxistina muman bê pêşewazîkirin. Dê dibin pêşengiya Platforma Şaxên PHD, HDP û KESK’ê yên Wanê de di saet 17.00’an de li cihên weke Îpekyolu, Erdemîtan, Akopru, Beşyol Kavşagi meş bê amadekirin û piştî meşê jî dê daxuyanî bê xwendin û dê gel daxwazên xwe bînin ziman.


Her wiha dê ji aliyê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê ve ji navçeya Peyîzovayê meşek bê lidarxistin heya navendê dê di saet 19.00’an de jî li Parqa Feqiyê Teyran “Ji bo Aştiyê Çalkiya Mum vêxistinê” bê kirin.


COLEMÊRG


Dê li herêma Serhedê pîrozbahiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê herî bi reng jî li Colemêrgê bê  pîrozkirin. Dê îsal pîrozbahiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê yên Şaredariya Colemêrg û ya Beşiktaş ya Stenbolê bi hev re bên kirin. Her du şaredarî bi hev re bruşurên bi kurdî û tirkî amadekirine. Dê bername bi despêkirina axaftinên Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çiftçî li gel Şaredarê Beşiktaşê Murad Hazine despêbike.   


BİDLİS


Dê ji aliyê Platforma Şaxa KESK’ê ya Bidlîsê ve di navbera saet 16.30-17.00’an de li ber Ulu Camiyê bi şîara “Bila şerê Rojhilatanavîn û qirkirina jinan raweste” bi girseyî daxuyanî bê dayîna çapemeniyê.  


 (zt)