Li ser sînor ‘Zincîra Aştiyê’

15:05

JINHA


MÊRDÎN- Li Mêrdînê ji aliyê şaxên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB ve bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhan, dê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê "Zincîra Aştiyê" were pêkanîn. Piştî çalakiya zincîrê dê li ber Navenda Çandê ya Mîtaniyê mîtîngek bê lidarxistin.


Şaxên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê yên Mêrdînê, der barê çalakiyên xwe yên bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, li avahiya KESK'ê civînek çapemeniyê li dar xistin. Di civîna ku bi tevlîbûna nûnerên rêxistinan hate lidarxistin de hat destnîşankirin ku wê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê "Zîncîra Aştiyê" were pêkanîn û piştre jî saet di 18.00'an de li ber Navenda Çandê ya Mîtaniyê wê mitingek bê lidarxistin. Berdevkê Demî yê KESK'ê yê Mêrdînê Mustafa Benlî, diyar kir ku li hemberî şer û pevçûnên li heremê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de wê çalakiyan li dar bixin. Benlî di vê der barê de daxuyand ku wê li ser sînorên Şirnex, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Kilîs û Hatayê dê "Zincîrên Aştiyê" li dar bixin û dê li her devera welat li hemberî şer dê aştiyê biparêzin. Benlî, di dawiyê de bang li hemû kesî kir ku tevlî çalakiyan bibin.


 (zt)