Jina ciwan ya 20 salî xwe bidarvekir

15:11

JINHA


EFRÎN - Jina ciwan R. H. (20) ya ji herêma Efrînê ji ber nexweşiya xwe ya derûnî xwe bidarvekirinê intîhar kir.


Jina ciwan a bi navê R. H. 20 salî ye. Ji dema zarotiya xwe ve nexweşiya derûniyê pêre ye. Li gorî malbata wê ji ber nexweşiya xwe wê xwest xwe bikûje. R. H. li mala xwe ya li gundê Girzîlê yê navçeya Şêrawa benek daliqand û xwe bidar vekir. Di encama bidarvekirinê de jiyana xwe jidest daye. Li gorî lêkolînên bijşkan, li bedena wê tu nîşanên lêdan û birînan tune ne, lê tenê şûna benê xwe pê bidar vekiriye xuya dike. Malbata R. H. Wan tu caran ew aciz nekirine, lê sedema bidarvekirina wê nexweşiya wê ya derûnî bû. Girêdayî bûyerê hêzên Asayîşê dest bi lêpirsînan kirin da ku bêhtir detayan bidest bixin.


Malbatê cenazeya R. H wergirtin. Tê payîn ku îro li goristana gundê xwe Girzîlê were oxirkirin.


(zt)