Civîna yekemîn ya Meclisa Jinan ya Yekitiya Star
17:12
JINHA
QAMÎŞLO- Bi armanca organîzekirina xebatên Meclîsa Jinan bi dirûşmey ''Berxwedana mezin israra avakirina jina azad e'' yekemîn civîna Meclîsa Yekîtiya Star li Navenda Wêje û Dîroka Kurdî ya Celadet Bedirxan hate li dar xistin .
Salona civînê bi wêneyên têkoşeran û pankartên '' Bijî jina azad '' û posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin. Di civînê de Wezîra Jinan Emîna Umer û herdu cîgirên wê Heyfa Erebo û Emel Gewriyê, Wezîra Aboriyê Remziye Mihemed û bi sedan endamên Meclîsên Yekîtiya Star bi cil û bergên xwe yên Kurdî amade bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre dîwana meclîsê ji aliyê beşdaran ve hate hilbijartin, di civînê de Wezîra Jinan Emîna Umer, Wezîra Aboriyê Remziye Mihemed û Endama Meclîsa Zagonsaz Sîham Dawûd axivîn. Yekemîn civîna Meclîsa Yekîtya Star li tevayî jinan hat pîroz kirin.
Endama Yekîtiya Star Zozan Hacî nirxandinên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di derbarê mafên jinan, awayê rizgarkirina wan ji hişmendiya mêran û rola wê ya sereke di avakirina civakan nirxand. Piştre Hevseroka Meclîsa Gel ya Qamîşlo Cewahir Osman li ser pêşketinên jinan li Rojava pêk anîn axivî . Di civînê de rapora salî ya çalakî û xebatên Meclîsa Yekîtiya Star li herêma Cizîrê hate xwendin.
Civîn bi niqaşan berdewam dike.
(zt)

