Ji bo Jiyan Çelîk ya HPG yî konê sersaxiyê hat vedan

18:51

JINHA


COLEMÊRG – Li gundê Kadyaya bi ser navçeya Geverê ji bo gerîlaya HPG’e Jiyan Çelîk (Lorîn Rostem) a ku di 24’ê tebaxa 2012’yan de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hate danîn.

Li gundê Kadyaya bi ser navçeya Geverêya Colemêrgê ji bo gerîlaya HPG’e Jiyan Çelîk (Lorîn Rostem) a ku di 24’ê tebaxa 2012’yan de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hate danîn. Bi sedan kesên ji Gever û gundên derûdorê hatin û endamên MEYADER, endamên Koordînasyona Rêveberiya Meclîsa Demokratîk a Geverê, endamên PHD’ê , endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî hatin sersaxiyê. Li cihê sersaxiyê dirûşmên “Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Kesên beşdarî sersaxiyê bûn ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Nûnerê MEYADER’ê Cengîz Ortaç li vir axivî û got ku ew ê berxwedana ku şehîdan mezin kiriye heta dawî xwedî lê derkevin.

Vahît Şahînoglu jî bal kişand li ser pêşketinên li herêmê û got ku qêrînên li Kurdistanû Rojhilata Navîn nîşan dide ku azadî nêzîk e û ew destkeftiyên xwe deyndarên şehîdan e. Piştî duayan kesên hatin sersaxiyê vegeriyan. Konê sersaxiyê re heta roja yekşemê vekirî be.


(zt)