DAIŞ jinên Êzidî li Suriyê difiroşin
19:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan ya Surî di malpera xwe ya fermî de girêdayî revandina jin û keçên Êzidiyan daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “DAIŞ’ê 300 jin û keçên Êzidiyan ji Îraqê girtine û anîne Surî weke xenîmetên şer ser çekdarên xwe belav kirine.”
Rêxistina Mafê Mirovan ya Surî di malpera xwe ya fermî de girêdayî revandina jin û keçên Êzidiyan daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “DAIŞ’ê 300 jin û keçên Êzidiyan ji Îraqê girtine û anîne Surî weke xenîmetên şer ser çekdarên xwe belav kirine. Bi darê zorê hewildidin wan jin û keçan misilman bikin. Çekdarên wan jî wan jinan bi hezar dolarî difiroşin.”
(zt)

