‘Emê li hemberî hemû hêmanên dijmiroviyê tekoşînê bikin’
19:41
JINHA
COLEMÊRG - Hevbirên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) a Colemêrgê bi slogana "Li hemberî bûyerên tacîz, tecawiz, fuhuş, tiryak û şîdetê bêdeng nemîne û tu jî deng bide" meşek li dar xist. Ser navê jinan Civaknas Ozgul Dogan wiha got: "Çanda dagirkerî û tecawizê ya li hemberî jinan û gelan pêk tê perçeyeke polîtîkayên mêtîngeriya li ser civakan e. Mînakên vê li Iraq, Afganîstan, Misir, Tunus, Rojava û Şengalê tên jiyîn."
Hevbirên DOKH'ê yên Colemêrgê bi slogana "Li hemberî bûyerên tacîz, tecawiz, fuhuş, tiryak û şîdetê bêdeng nemîne û tu jî deng bide" meşek li dar xist. Di meşê de li gel jinan, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên sîvîl ên civakî cih girtin. Jinên li ber Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevş hatin cem hev pankrata, "Em bêdeng neman bêdeng namînin, em li hemberî tecawizan bêdeng namînin" vekirin û sloganên "Dewleta tecawîzkar dê hesabê bide", "Jin jiyan azadî" û "Bêdeng nebe tevkariya tecawizê neke" berz kirin û bi erbaneyan dest bi meşê kirin.
'Tecawiz perçeyeke polîtîkayên mêtîngeriyê ne'
Meşa li ser Kolana Bulvarê heya Riya Çevre berdewam kir. Meş di heman peyariyê de berdewam kir û li ber navendê bi dawî bû. Li ser navê jinan Civaknas Ozgul Dogan axivî û diyar kir ku jin li hemberî hemû hêmanên dijmirovahiyê têkoşînê dikin û wiha got: "Çanda dagirkerî û tecawizê ya li hemberî jinan û gelan pêk tê perçeyeke polîtîkayên mêtîngeriya li ser civakan e. Mînakên vê li Iraq, Afganîstan, Misir, Tunus, Rojava û Şengalê tên jiyîn."
(zt)

