Dayîkan gireva xwe ya birçîbûnê bidawîkirin

20:08

JINHA


AMED  – Malbatên ku zarokên wan di nava PKK’ê de ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li ber Walîtiya Amedê greva birçîbûnê beriya 3 rojan dabûn despêkirin heta 1’ê Îlone dem dan hikûmetê û çalakiya xwe bi dawî kirin.

Malbatên ku zarokên wan di nava PKK’ê de ne û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di roja 74’emîn ya çalakiya li Anit Parka li ber avahiya Walîtiya Amedê çalakiyê de dest bi greva biçîbûnê kiribûn bi dawî kirin. Malbatên ku beriya 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn têkîldari mijarê daxuyanî dan û Meclîsa Dayikên Aştiyê û Hewldana 78’an jî piştgirî dan malbatan. Li ser navê malbatan Şehrîzade Anar axivî û diyar kir ku heta niha têkîldarî daxwazên wan tu ga nehatiye avêtin û ew ê heta 1’ê Îlonê rawestin heke piştî 1’ê Îlonê gav neyê avêtin dê bi rêbazên cuda çalakiya xwe bidomînin.

‘Dê kengê kurdbûyîn ji nava suc derkeve’


Endama Hewldana 78’an Sakîne Arat jî  got ku ev 30 sal in hikûmet û dewlet dengên dayikan nabîhîze. Sakîne diyar kir ku gelo dê kengî hawarên dayikan bibihîzin, ev 30 sal in keseki ku dengê dayikan bibihîze tuneye di nava dewletê de. 


(zt)