'Ji bo rometa xwe me ji mirinê re meyîdan dixwend'

08:39

Aze Boran/JINHA


HEWLÊR – Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên hovane tekoşîna jiyanê didin berxwedana xwe derdixin holê. Berxwedana herî mezin jî jin li hemberî polîtîkaya tayîbet ya ser wan tê meşandin dikin. Ji Êzidiyên li qampa Qaladizê hatine bicîh kirin Xezal diyar kir ku jinan ji bo ku nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê ji bav û birayê xwe re digotin “me bikujin” bi vî awayî jinên ku meydana mirinê dixwestin vedibêje.


 Gelê Êzidiyên ku koça li Şengalê despêkirî weke 74’emîn diaspora binav dikin qampa li navçeya Qaladizê tejî kirine. Kurdên Şebek û Êzidî li wê sê dibistan û nexweşxaneyek kevin bicîh bûne. Jinên ku ji ber wehişiyeta çeteyên DAIŞ’ê yên ku tayîbetî ser jinan polîtîkayek tayîbet didin meşandin reviyane tekoşînek mezin ya jiyanê didin. Jinên ku mal û axa xwe terikandine bi rojan di rê de ji tîna û birçan zarokên xwe parastine despêkê hewildane ji bo wan bigihînin cihek bi ewle, paşê jî li wê hewil didin ku jiyana xwe bidomînin. Jinên Êzidi yên birumet kul i hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwedidin ji bo nekevin destê wan mirinê tercîh dikin. Jina Kurd a Êzidi ya ji gundê Xanesorê ye û niha li qampa Qaladizê bicîh bûye Xezal  qala jinên ji bo ku nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê ji bav û birayê xwe re digotin “me bikujin” dike.


‘Ji bo rometa xwe me mirin dixwest’


Xezal balkişand ser li hemberî wehişiyeta çeteyên DAIŞ’ê tercîh kirina mirinê ya jinên Êzidî û wiha axaftina xwe domand: “Me digot li cihê em bikevin destê çeteyên DAIŞ’ê bibin mexdurê tecawîzê û bên firotin, li şona her roj hezar caran bimirin bila em carekê bimirin baştire.” Xezal anî ziman k udi rê de gelek jinên Êzidî dixwestina xwe bikujin. Xezal tuştên bi çavên xwe dîtî wiha bilêvkir: “Ji bom e mirin ji ketina destê wan, tecawîzkirin û firotinê zêdetir binirxbû. Hun dizanin jinek ji bo ku bavê wê bê bikuje ji bavê xwe hêvî kirin tê çî wateyê? Min bi xwe dît, bi xwe jiyan  kir û heta min bi xwe jî xwest. Ji bo parastina rometa xwe me mirin dixwest.” 


Xezal da zanîn kul i hemberî hemû tuştên hatîn jiyan kirin weke gel û weke jin me tekoşînek mezin da. Xezal di dawiyê de ji bo bi hezaran jinên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê bên rizgarkirin bang li hemû jinan û hemû mirovahiyê kir ku berşdarî tekoşînê bibin.”


 (zt)