Banga ji bo beşdariya meşa ‘Zincîra Jinan’
08:44
Tekoşin Tekin/JINHA
ŞIRNEX – Jinan diyar kirin ku ew qirkirina çeteyên DAIŞ’ê ser jinên Şengalê weke qirkirina ser tevayî jinên kurd û tevayî jinên cîhanê dibînin. Jinan banga tevlîbûna ‘Zincîra Jinan’ ya ku dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li navçeya Silopya ya Şirnexê pêkbê kirin.
Amadekariyên meşa ji tecîz, tecawîzên û qirkirinên Şengal û Rojavare “bese” dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de dibin pêşengiya ÎHD û Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bêlidarxistin didome. Meşa ku dê di saet 16.00’an de ji ber Camiya Şehîdgehê ya taxa Nuh despêbike dêbi beşdariya hemû têkelên jinên Tirkiyê pêkbê. Girêdayî meşê Hevseroka PHD’ê ya Silopyayê Asuman Kulter got: “Qirkirina ser jinên Êzidî hatî kirin ne tenê ser jinên Êzidî hatiye kirin. Ew qirkirin ser hemû jinên Kurdistan û hemû jinên cîhanê hatiye kirin.” Asuman banga tevlîbûnê li hemû jinan kir. Asuman da zanîn ku hemû cîhan li hemberî qirkirinên çeteyên DAIŞ’ê yên weke revandina jinan, di bazarê de firotina wan, tacîz û tecawîz kirina wan bêdengin û wiha got: “Bila her kes beşdarî meşa 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bibin û ji van qirkirinan re bêjin ‘bese.’”
‘Emê polîtîkaya şer ya li hemberî jinan ji holê rakin’
Xebatkara Navenda Şêwerimendiya Jinan ya Viyan Şukran Hakiçi jî diyar kir ku yên dixwazin civakê tune bikin armanca wan ya yekem tunekirina jinane û dixwazin bi vî awayî jinan bixînin û wiha domand: “Emê jin li her qadê pêşengiya xwe berdewam bikin û qirkirinên jinan yên heyî ji holê bidin rakirin. Emê di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de jî dengê xwe bidin bihîstin û polîtîkaya şer ya ser jinan berdewam dike ji holê bidin rakirin. Em êdî qetilkirin û mêtîngerkirina jinan naxwazin. Divê di serîde jinên kurd û jinên hemû cîhanê li hemberî qirkirinên jinan, qetluamên jinan û mêtîngeriya jinan her dem bi hev re dengê xwe bilind bikin.”
(zt)

