Portreya jinek pêşeng: Didar Şensoy

09:50

JINHA


WAN – Li ser erdnîgariyek her dem şer mezin dibe, li gel wê jî hîna her roja diçe hêviyên aştiyê kokên xwe zêdetir kurdike de jin dinava lêgerîna edaletê denin. Yek ji wan jî Didar Şensoye… Di dawiyê de Didar ji bo başbûyîna mercên girtîgehê tekoşîn kir û dexwaznameyek pêşkêşî meclisê kir. Di temenê xwe yê 53 saliyê de jî bi giyana pêşengiyê li wê di dilê hevalên xwe de nemir bû û bû despêka tekoşînek nû.


 Hevgirtina Komara Sosyalîstên Sovyetê (SSCB) û Varşova Pakti bi 2’emîn Şerê Cîhanê ketina Hîtler ya Polonyayê de 1’ê Îlonê weke “Roja Aştiya Cîhanê” hat perjirandin. Lê Netewên Yekbûyî (NY) ev roj guherandin û hefteya sêyem ya îlonê weke “Roja Aştiya Cîhanê” di sala 1981’an de pejirandin. Ji 7’ê Îlona sala 2001’an heya niha jî di 21’ê Îlonê de “Roja Aştiya Cîhanê” tê pîrozkirin. Di cîhanê de tenê li Tirkiye û Başurê Qubrisê Komara Tirkiyê de 1’ê Îlonê “Roja Aştiya Cîhanê” tê pîrozkirin. Lê di roja me de “Roja Aştiya Cîhanê” pîrozkirin û daxwazên xwe yên aştiyê qêrîn ewqas hêsan nîne. Li Tirkiyê yên ku tekoşîna xwe ya edaletê berdewam dikin di “Roja Aştiya Cîhanê” de gelek ji wan canê xwe di oxura vê rêyê de dane. Ji Parêzvanên Mafê Mirovan û yek ji Damezrênera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê didar Şensoy jî di rêya edaletê de jiyana xwe ji dest da û di wê riyê de bû yek jî navên sembol.


Ji bo başkirina mercên girtîgehan tekoşîn kir


Didar Şensoy di sala 1934’an de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Bi bîroqratek yê Yugoslavya re zewicibû û dayîka 3 zarokanbû. Ew weke mamoste û pêşkêşvanê radyoyê beşdarî şoreşa Yugoslavya bû. Dema ku Didar li Yugoslavya mamostayî dikir berî 12’ê Îlonê ji hevserê xwe cudabû û hat li Tirkiyê bi cîhbû. Dema ku birayê wê Hesan hat girtin êdî ji bo başbûna mercên girtîgehê û tekoşîna mafê mirovan di sala 1986’an de din ava damezrênerên Komeleya Mafê Mirovan de cîh digire.


Şideta polîsan nekarîn wê ji tekoşîna wê biqetîne


Di 1’ê Îlona sala 1987’an Roja Aştiya Cîhanê de ji bo mafê mirovan yê demokratîk k udi 12’ê Îlonê de ji holê hatî rakirin û başkirina mercên girtîgehê ji meclisê re daxwaznameyekê dinivîse û li gel xizmên girtiyan tên ber TBMM yê. Di meşa wan ya ji Stenbol heya Enqereyê de polîsan mudaxelekir û di encamê de Didar gelek xirab bû û jiyana xwe ji dest da. Hevalên wê yên ku tekoşîna wê berdewam dikin her sal wê ser mezara wê ya li Ferikoy a Stenbolêye bibîr tînin.


‘Jinek ku di xwezaya wê de giyana pêşengiyê hebû’


Di îlona sala 2005’an de yek ji hevalên Didar Filiz Karakuş got: “Didar Şensoy yek ji yên herî li pêşdebû. Jinek bi cesaret û di xwezaya wê de giyana pêşengî hebû. Ji ber birayê wê di girtîgehê debû ew li wê bû. Berê ew li Yugoslavya mamostabû. Ji hevserê xwe cudabû û hat Tirkiyê. Xwişka Didar bi qucxaneyan xwarina hefteyekê amadekir û wiha derket kolanan. Ez ji wê hînbûbûm ji bo xwewarin bi giştî xirab nebe têra xwarinê germ dikir û yê dinê diparast. Ji xwe wê demê min karên malê nedizan. Karê malê qet ne dihêla. Her dem bar xwe jî diket û kincên renga reng li xwe dikir.”


Li ser wê helbast hatin nivîsîn û sitiran hatin gotin


Fîlîz ji bo roja ku Didar çuyî Enqereyê ji bo mercên girtîgehê daxwazname dayî meclisê jî wiha domand: “4 otobus tejî mirov ketin rê. Meşê despêkê ji ber komeleyek me ya biçuk li ber Aksarayê bû ji wê despêkir. Li wê min ji Xwişka Didar re got ‘Tu dê bê Enqereyê? Didar ji bom in got: ‘Filîz şekerê min gelek bilindbû. Dê teqez bijîşk bêjin neçe.’ Ez jî wê demê ciwanbûm. Ji bom in hatina Xwişka Didar gelek giringbû. Ew sembolekbû nehatina wê ez qet ne difikirîm. Min ji bo wê tuştek negot. Lê min di hindirê xwe de digot mad ê çî bibe dewere. Xwişka Didar hat û li cihê çalakiyê ji ber mudaxeleya polîsan ya dijwar gelek xirab bû û jiyana xwe ji dest da. Ji wê rojê heya niha her dem ez di hindirê xwe de wijdan ezabî dikêşim û dibêjim min jêre negot newe raze hinekî bîhna xwe bide. Dema ku jiyana xwe ji dest dayî ez ne ligel wêbûm. Di ketina Enqeryê de beşek ji me girtin binçavan, ji ber wê me nekarî em bên meclisê. Otobusa piranî em ciwan êtdebûn girtin binçavan. Piştî demek kin em berdan. Dema ku em berdan em hînbûn ku Didar jiyana xwe jidest daye. Me di 1’ê Îlonê de Xwişka Didar wenda kir. Li wê ji bo yên girtîn binçavan bên berdan me dest bi çalakiya runiştinê kir. Biêşe lê piştî salên 80’an merasîma cenazeyê Xwişka Didar yê herî bi girseyî hatî kirinbû. Merasîmek ya cenaze ya li gorî wê hat kirin. Her wiha pişît wê qedexeya ser meşa di kolanan de rabû.”  


Di pirtûk, helbest û sitiranên piştî wê hatin nivîsîn û xwendin de qala hevaltî û êşên wê dikirin. Hunermend Sevinç Ertalay ser Didar sitiranên weke “Lorînên Didar Şensoy”, “Çalakvana min ya Xweşik” û “Gula min” dibêje. Ayşe Hulya Ozzumrut û Umit Efe jî pirtukek bi navê “Xwişka Didar” berhevkirine.


 (zt)