Li Amedê di Kafeyekê de şewat derket
10:00
JINHA
AMED - Li navçeya Yenîşehîr a Amedê di kafeyekê de ji ber ceryanê şewat derket û şewat bû sedema tirsê. Di kafeyê de zirara madî pêkhat.
Di Kafeya Frenkansê ya li Kolana Gevranê ya Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê de şewat derket. Piştî welatiyan agahî dan îtfaiyeyê û îtfaiye hate cihê bûyerê û şewat vemirand. Hate hînbûn ku şewat ji ber temaskirina ceryanê ya qilîmayê derketiye û zirara madî ya mezin çêbûye. Hemwelatiyên derdorê ku ji ber şewatê xwe avêtin derve, diyar kirin ku şewat ji nîşka ve derketiye û bûye sedema tirsê. Şewat di demeke kin de ji aliyê îtfayeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate vemirandin. Di encama weşatê de ku ji ber tu kes di kafeyê de tunebû, birîndarî çênebû. Ligel polîsan re ekîbên tenduristiyê jî hatin cihê bûyerê û dorpêçkirin.
(zt)
