Rêveberiya Nû ya Yekîtiya Ewropayê tê diyar kirin
10:18
JINHA
BRUKSEL- Rêveberiya Nû ya Yekîtiya Ewropayê (YE) tê diyarkirin. Ji bo serokatiya Komîsyona YE Serokwezîrê Polonya Donald Tusk hat destnîşankirin, weke nûnera ji karên derve jî berpiryar Wezîrê Karên Derve ya Îtalyayê Federica Mogherini hat diyarkirin.
Di civîna bilind a duh li paytexta Belçîka Brukselê hat lidarxistin de, biryar hat dayîn li şûna Jose Manuel Barroso ji bo Serokatiya Komîsyona YE Donald Tusk bê wezîfedarkirin. Donald bi taybetî bi têkiliyên xwe yên baş ên bi Serokwezîra Elmanya Angela Merkel tê zanîn. Donald ê li xeta lîberal-demokrat cih digire, hînê Serokwezîrê Polonyayê ye. Di civîna bilind de li şûna Catherine Ashton jî Federica Mogherini ji bo wezîfeya nûneriya bilind a ji Karên Derve yên YE berpirsyar, hat wezîfedarkirin. Siyasetmedara jin a sosyal demokrat, ji par û vir ve Wezîra Karên Derve ya Îtalya bû.
Her du navên girîng ên Komîsyona YE wê di meha Kanûnê de dest bi wezîfeyên xwe yên nû bikin.
(zt)
