Di bin sîbera şer de pêşewazîkirina ‘Roja Aştiya Cîhanê’ (DOSYA 2)

11:50

Rojbin Çetin: Dê xavikên sipî bibin qêrîna şatiyê


Gulşen Koçuk / JINHA


WAN – Hevşaredara Erdemîtan Sevil Rojbîn Çetîn diyar kir ku ew bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê aştiyek mayînde bê avakirin û got: “Em dizanin ku tucarî dewletan di navbera xwe de aştî nekirine. Ew her dem terefdarên şerin. DAIŞ jî organîzayek ya dewletên navnetewiya. Dê bi firandina kevokên me û xemilandina qadan bi xafikên me yên sipî carekedinê 1’ê Îlonê bibe qêrînek ya aştiyê.”


Îsal jî bi êşên şer 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê tê pêşewazîkirin. Hewila pêşçana birînan û tekoşîna jiyanê tê dayîn. Di Rojhilatanavîn de jinên ku ji despêka dîroka mirovahiyê heya niha din ava lêgerîna aştiyêdenin carekedinê dengê xwe bilind dikin. Dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de jin dakevin qadan û li hemberî şerê ku bi hişmendiya mêran hatî avakirin daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman. Jinên kurd yên k udi avakirina aştiyê de rolê pêşengiyê lîstine li gel hemû qirkirin û êşên ji şer kişandîn jî carekedinê hêviya xwe ya aştiyê wenda nekirine. Dê jin ji bo qirkirinên ku çeteyên DAIŞ’ê di vê pêvajoya dawî de di Rojhilatanavînde ser jin û zarokên kurdên Êzidî, turkmen û ereban kirine di qadan de bêjin“ji bo her kesê aştî.”


‘Pêvajo alîgirên aştiyê diyar dikin’


Hevşaredara Erdemîtan Sevil Rojbîn Çetîn girêdayî 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê wiha axivî: “Em dizanin ku tucarî dewletan di navbera xwe de aştî nekirine. Ew her dem terefdarên şerin. DAIŞ jî organîzayek ya dewletên navnetewiya. Dê bi firandina kevokên me û xemilandina qadan bi xafikên me yên sipî carekedinê 1’ê Îlonê bibe qêrînek ya aştiyê. Îro ji bo ku gel nasnameya xwe wenda nekin tekoşînê dikin. Ser nasname, bawerî û jinan çanda tecwîzê hîna berdewam dike. Ev bi salane em qala destên ku dirêjî nasname, ax û jinan dibin dikin. Şerê 40 salan ne qediya û ji birînên me hîna xwîn tê. Pêvajoya ji aliyê Birêz Bbdullah Ocalan û tevgera azadiya gelê kurd ve hatî despêkirin alîgirên aştiyê diyar dikin.”


Dê aştiya civakî ser vê axê şînbibe’


Rojbîn da zanîn ku li Rojhilatanavîn kî aştiyê dixwazin û wiha domand: “Dê bi firandina kevokên me yên aştiyê û xemilandina qadan bi xafikên sipi yên li serê dayîkên me carekedinê 1’ê Îlonê bibe qêrînek ya aştiyê. Dewlet alîgirên şerin, lê em weke jin di aştiya civakî de israr dikin û emê bi vî awayî jî berdewam bikin. Dê aştiya civakî ser vê xakê şînbibe. Dê aştiya li Kurdistanê şînbibe belavî hemû cîhanê bibe.”


‘Em di roja aştiyê de 3’emîn şerê cîhanê dijîn’


Rêvebera Şaxa ÎHD a Wanê Gulay Yildiz jî got: “Di cîhana ku em îro têde dijîn de nebûna aştiyê ji aliyê her kesê ve tê dîtin. Her çiqasî weke şerê cîhanê yê 3’emîn neyê binavkirin jî lê em îro 3’emîn şerê cîhanê dijîn.” Gulay balkişand ser berdewam kirina vî şerî ser Kurdistanê ji aliyê hêzên emperyalîzmê ve hatiye pîlankirin û hemû cîhan li piş vî şerîne û wiha axaftina xwe domand: “Li gorî berjewendiyên xwe yên aboriyê û bazirganiya xweya çekan canê mirovan distînin. Ji kîjan aliyî ve lêdinêrin binêrin her dem di şeran de jin û zarok dimirin, perîşan dibin jin tên tecawîz kirin û kirinên dermirovane ser wan tên kirin. Divê her kesên ku ji bo xwe mirov dibêjin ji vî şerî û van kirinan re bêjin bese. Em dipêşerojê de cîhanek aram û aştiyane hêvîdikin.”


‘Mêran şer derxistin dê jin jî aştiyê avabikin’


Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê Fîlîz Çakici jî Roja Aştiya Cîhanê nirxand û got: “Ser jinan tacîz û tecawîz tê kirin, ji ber wê jî ji bo jin rastî van kirinên hovane neyên bi xwe canê xwe digirin. Jinên Rojava û tevahî Kurdistanê gelek bi romet û bihêzin. Em hêvîdarin ku dê ew jin aştiyê bînin. Di cîhanê de mêr şer tînin dê jin jî aştiyê bînin. Dê jin azad bibin xweşik bibin û aştiyê bînin. Bi tayîbetî jî jinên Kurdistanê bi bandora Rêbertiya xwe pêşengiyê ji bo gel dikin. Rêbertî ji bo jinan dibêje ‘Jin di qada min de yan Qiralîçene yan jî dê tunebin.’ Emê jî bi jinên qiralîçebûnê re aştiyê bînin.”


‘Divê her kes ji bo aştiyê dakevin qadan’


Hunermenda Beşa Şanogeriyê ya NÇM’ê Xecê Katar jî balkişand ser giringiya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û destnîşan kir ku bi pêşewazîkirina roja aştiyê re li Rojava şoreş tê kirin, YPG, YPJ, HPG û YJA Star li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Xecê bilêvkir ku divê gelê kurd ji niha û şonde bêjin: “Ji bo Rêbertiya xwe û rawestandina şer ez jî heme.” Xecê bang li jinên hunermend kir k udi Roja 1’ê Îlonê de bi nasnameya xwe ya hunermendiyê derkevin qadan, dengê xwe bilindbikin û wiha berdewamkir: “Kilîda Aştiyê di destê Serok Apo dene.” Xecê anî ziman ku heya zarokên biçuk jî hêviya wan ya aştiyê Abdullah Ocalane û wiha pêde çu: “Dema ku Rêberê me azadbû dê jin jî azad bibe. Em weke tevgera jinan li peyî aştî û azadiya ku Rêber Apo diparizine.”


Wêne– Kamera: Bacı Anuk


(zt)