YPG: Çeteyên DAIŞ ji Cezaa hatin derxistin

12:00

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - YPG, diyar kir ku duh bi şev bi hin rêzeçalakiyên li dar xistine, çeteyên DAIŞ ji Cezaa derxistine.


Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê, ragihandin ku li Cezaa ya bi hefteyan e, şerên dijwar rû didin duh bi şev hin rêzeçalakî li hemberî çeteyên DAIŞ pêk anîne. YPG’ê diyar kir di encama çalakiyan de çeteyên DAIŞ ji Cezaa derxistine. Di daxuyaniya malpera fermî ya YPG’ê de wiha hat gotin: “Şevê din yekîneyên me li Cezaa û derdora wê darbeyên giran li çeteyên DAIŞ xistine û ew ji gelek deveran derxistine.”


Hat ragihandin ku têkildarî pêşveçûnên Cezaa wê di demeke kurt de daxuyaniya bi detay bê dayîn. 


(zt)