Li Amedê hemberî 2 travestiyan êrîşa çekdarî
12:05
Tebax
31
/ 2014
JINHA
AMED - Duh bi şev li Amedê li avahiyeke navçeya Yenîşehîr du kesên rûyên wan pêçandî bi çekan êrîşî 2 travestiyan kirin. Di êrîşê de kesek birîndar bû.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, bûyer duh bi şev li 4. Kolana Akkoyunlu ya li Îstasyon Taxa Yenîşehîr di qata 4’emîn a avahiyekê de pêk hat.
Du kesên rûyê wan pêçandî hatin mala ku 2 travestî lê dijîn û bi tifinga pompeyî gule reşandin. Di êrîşê de kesek ji rûyê xwe birîndar bû.
(zt)
