YPJ'ê li Qamîşlo navendek ya xwe vekir
12:09
JINHA
QAMÎŞLO - Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) navendeke xwe ya bi navê 'Şehîd Hêzil' li taxa Enteriyê ya bajarê Qamîşlo vekir.
Yekîtîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo vekirina navendeke xwe li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo merasîmek organîze kir. Bi sedana welatî û bi teybet jin beşdar bûn û merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şeha Ehmed berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya ji bo azadî û demoqrasiyê diyar kir.
Li ser navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Robar Hisên girîngiya zêdekirina navendên YPJ'ê anî ziman û soza şopandina riya tekoşeran da. Robar bal kişand ser rola YPG/YPJ 'ê di parastina gelên Rojava û çar parçeyên Kurdistanê de. Piştre deriyê navenda ji aliyê Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Şeha Ehmed hate vekirin.
Di dawiya merasîmê de ciwanan li ber stanên şoreşgerî û awazên koma Jinan a Sakîne govend gera
(zt)

