Di Yekîmîn Civîna Meclîsa Yekîtiya Star de biryarên girîng
12:19
JINHA
QAMIŞLO - Yekemîn Civîna Meclîsa Yekîtiya Star bidawî bû. Di civînê de Desteya Rêveber û kordînasyona Giştî yên meclîsê hate hilbijartin û gelek biryarên giring hatin girtin.
Bi durişmeya "Berxwedana mezin, israkirina ji bo pêkhatina kesayeta jina azad e" duh Meclîsa Yekîtiya Star a herêma Cizîrê li Akademiya Wêje û Dîrok û Zimanê Kurdî ya Celadet Bedirxan a li Qamişlo, yekemîn civîna xwe lidar xist. Di civînê de bi sedan endamên meclîsê, Wezîra Jin a herêmê Emîne Umer û Wezîra Maliyê Remziye Mihemed amade bûn. Piştî nirxandina karê meclîsê û nîqaşkirina rewşa rêxistinî ji aliyê endaman ve gelek biryarên girîng hatin standin û bernameya kar a pêşerojê hate danîn.
Biryarên meclîsê wiha ne:
1- Divê ji bo kar û çalakiyên jinan û Yekîtiya Star, komun bingeh were girtin. Her wiha divê hejmara komunan li taxên bajarên herêmê werin zêdekirin.
2- Divê rêziknameya meclîsê radetî Desteya Rêveber were kirin û divê bê de were erêkirin.
3- Roja 25'ê Cotmehê roja bîranîna Tekoşer Bêrîtan e.
4- Li hemû bajarê herêma Cizîrê divê dewreyên perwerdeya jinan û endamên Yekîtiya Star werin amadekirin.
5- Li Kampa Newroz û deverên bicihkirina koçberê Şengalê divê ji bo jinên Şengalî çalakî werin organîzekirin.
6- Divê bêhtir rêxistinên Yekîtiya Star li gundên herêmê werin avakirin.
7- Divê li bajarê Qamişlo Navenda Meclîsa Yekîtiya Star a herêma Cizîrê were vekirin.
Ji bo Desteya Rêveber 35 kes hatin hilbijartin
Dîsa hate diyarkirin ku Meclîsa Yekîtiya Star a Cizîrê dê her 2 mehan carekê civîna xwe lidar bixe. Piştî giirtina van biryaran, deriyê hilbijartinê ji bo avakirina desteya rêveber a meclîsê hate vekirin. Ji bo Desteya Rêveber ji 35 kesên hatin pêşniyarkirin 24 kes hatin hilbijartin.
Kordînasyona Giştî a Meclîsa Yekîtiya Star ji 9 kesan pêk tê
Her wiha di civînê de Kordînasyona Giştî a Meclîsa Yekîtiya Star ku 9 kesan pêk tê hatin damezirandin. Paşê ji bo birêvebirina Komîteya Civakî, Komîteya Aborî, Komîteya Jina Ciwan, Komîteya Siyasî, Komîteya Çapemeniyê 5 kes hatin diyarkirin. Her wiha ji bo serokatiya meclîsên Yekîtiya Star ên bajarên Cizîrê 9 kes hatin hilbijartin. Di dawiya civînê de endaman durişmeyên dilsoziya bi tekoşerên azadiyê re, bagkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û slavkirina berxwedana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) vegotin.
(zt)

