‘Em ê Roja Aştiyê ya Cîhanê ser sînoran ji bo aştiyê bibin xele’

13:53

JINHA


ŞIRNEX - Şaxên KESK, DÎSK, TMMOB û TBB'ê yên Şirnexê derbarê çalakiya "Zincîra Aştiyê" ku wê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê pêk were daxuyanî da.

Şaxên KESK, DÎSK, TMMOB û TBB'ê yên Şirnexê derbarê çalakiyên xwe yên bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê de, li avahiya KESK'ê ya navçeya Silopî civînek çapemeniyê lidarxistin. Di civînê de hate diyarkirin ku wê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li hember şer û pevçûnan li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê saet 17.00'an de li Gundê Rihaniyê çalakiya "Zincîra Aştiyê" li dar bixin. Di civînê de Seroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden diyar kir ku 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê li hember şer, pevçûn û kuştinan li ser sînoran bin û wiha got: "Hêzên emperyal li hember biratî û wekheviya gelên Rojhila Navîn di nava polîtîkayên qirêj de ne. Em ê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ser sînoran ji bo aştiyê bibin xelek û destûrê nedin kuştin, komkujî û zordariya li ser mirovahiyê"

Gonul di dawiyê de bang li hemû gelê Şirnex kir ku tevlî çalakiya wan bibin.


(zt)