Çeteyên DAIŞ’ê 15 welatiyên Êzidî tevî cihê wan yê pîroz şewitandin
14:55
JINHA
ŞENGAL – Çeteyên DAIŞ’ê ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine û li hemberî welatiyan tu pîvanên mirovahiyê nas nakin, 15 welatiyên êzidî yên di ser 60 saliyê re, di cihên pîroz de bi teqemeniyan qetil kirin û şewitandin.
Çeteyên hov, pêkanînên xwe yên sûcê mirovahiyê li ber çavên hemû cîhanê didomînin, lê hêzên ku her tim behsa mafên mirovan û parastina wan dikin, hîn jî bêdeng in. Çeteyên êrîşên xwe yên li ser herêmên Şengalê didomînin, hovîtiyek din pêk anîn. Li gorî nûçeya ANF’ê welatiyên pîr û kal ku li gundên qontara çiyayên Şengalê asê mabûn û nexwestibûn cihê xwe jî terk bikin, rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên hov hatin. Hate diyarkirin ku çeteyan di 24’ê tebaxê de êrîşî gundê Cîdalî yê dikeve başûrê çiyayên Şengalê kirin. Li gorî agahiyan çeteyên ku bi 80 wesayîtan êrîş pêk anîn, 15 welatiyên êzidî ku piraniya wan di ser 60 saliyê re ne, qetil kirin.
Dîmen û wêneyên ku li gund hatine çêkirin, hovîtiya ku hatiye jiyandin nîşan didin.
Tê dîtin ku çeteyan welatiyên pîr ên di ser 60 saliyê re birine turbeya Şêx Mend ku ji bo êzidiyan pîroz e û tevî turbeyê tune kirine. Çeteyên ku heta niha seriyên mirovan jê dikirin, niha jî serî hovîtiyeke din dane. Çeteya teqemenî li welatiyan ve girêdane û teqandine, her wiha ew şewitandine.
Li hemberî van wêne û dîmenên ku hovîtiyê nîşan didin, hêzên heta niha digotin “Me bi operasyonên hewayî êrîşên çeteyan rawestandin” û hîn jî helwestek zelal nîşan nadin, her wiha dibêjin “planek me ya zelal a li hemberî DAIŞ’ê nîn e” wê çi helwest nîşan bidin, mijara meraqê ye.
(zt)
