Konan jî ‘Çûkên Mê’ datînin (!)

11:43

 


Heybet GUNEŞ- JINHA


WAN -  Erdhejzedeya jin a bi navê Kewê Işik diyar dike ku piştî erdheja Wanê, daxwazên alîkariyên ku ji wan re hatine, paş ve hatine zivirandin. Kewê dibêje ku “Ji gelek deverên dinyayê alîkarî ji bo Wanê hat şandin. Lê, piştî erdhejê gelek kes birçî man, di şûna şîvê de gaza îsotan dan xelkê. Bi ava şid û bi copan bersiv dan daxwaza me ya alîkariyê.” Zozan Ozgokçe jî bi gotinên “Çawa ku di civakê de feraseta ku hêlînê jin lê dike hebe, ji bo kon û konteyniran jî heman feraset hebû. Bi vê erdhejê, ferasetên bi nêrîna mêrên serwer û zordariya wan aşkera bû” nerazîbûna xwe tîne ziman.


 


Erdheja ku di 24’ê cotmehê de li Wanê pêk hat, ji hêla madî û manewî ve xelqê Wanê gelek xemgîn kir û êşand. Ev xemgîni hê jî didome. Ji xeynî zirarên madî, pirsgirêkên erdhejzedeyên Wanî, di hêla hewandin û xwarinê de jî gelek in. Alîkarî negihîşt ber destên wan. Di ser erdheja Wanê re 7 meh û nîv derbas bû, ji xeynî çend sazî û rêxistinên civakî yên sivîl, tu kes piştgirî û alîkariyek nade xelkê Wanê.


‘Em ê nebin şirîkên yên ku pirsgirêkan ava dikin’


Erdhejzedeya bi navê Cahîde Olmez, destnîşan dike ku piştî erdheja Wanê pirsgirêkên wekî av û elektrîkê derketine pêşiya wan. Dayîka Cahîde dide zanîn sozên ji erdhejzedeyên Wanê re hatibûn dayîn, bicih neanîne. Dayîka Cahîde diyar dike ku piştî erdhejê rayedaran anîne ziman ku di nava 6-8 mehan de dê pirsgirêkên kon û konteyniran çareser bibin û fatoreyên av û elektrîkê, dê ji aliyê dewletê ve bên dayîn. Dayîka Cahîde, nerazîbûna xwe ya li hemberî bicihneanîna van sozan, bi van gotinan tîne ziman: “Di gel van sozan, hîn di meha 4’an de fatoreyên av û elektrîkê bi pereyekî gelek zêde  ji me re şandin. Ev fatoreyê, li derveyê wîcdana mirovan e. Li hemberî xelkê ku bi mehan e di nav mala xwe de nemaye, lîstikeke gelek sosret bû ev, ku anîn serê wan. Ez dibêjim ku, em ê tu carî bi van lîstikan nexapin û em ê wan fatoreyan jî nedin. Em ê serê xwe li ber zilma wan netewînin. Çareseriyek nabînin, lê radibin pirsgirêkan derdixin. Em ê nebin şirîkên yên ku pirsgirêkan ava dikin.”


‘Berî her tiştî divê guh bidin pirsgirêkên me’


Endama Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Kewê Işik ku yek ji erdhejzedeyan e û konên erdhejzedeyan ziyaret kir, pirsgirêkan anî ziman. Dayîka Kewê, zor û zehmetiyên ku kişandine, bi gotinên wekî “Piştî erdhejê, ji ber ku konên me tunebûn ez û zarokên xwe 4 rojan li derve man. Piştî erdhejê ji gelek deveran ji bo Waniyan kon hatin şandin, lê ev kon, li xelkê Wanê nehatin belavkirin. Piştî ku me ji wan alîkarî xwest, wan bi ava şid û bi copan bersiv dan me” tîne ziman. Dayika Kewê dibêje ku “Piştî erdhejê gelek kesan li ser sifreya xwe şîv nedît. Di şûna şîvê de, gazên îsotê dan xelkê.” Dayîka Kewê dide zanîn ku bi trilyonan alîkarî hatiye Wanê, lê xelkê Wanê ji wan alîkariyan bêpar maye û dibêje ku “Bila dengê min here Walî û Serokwezîr. Dibêjin ‘em misilman in’, lê me heta niha tu misilmantiya wan nedît. Alîkariyên ku li xelkê Wanê bên kirin, divê ne tenê konteynir bin. Ger ku Walî bixwaze alîkariyê bike, divê bikeve nava gel, li pirsgirêkên wan guhdar bike û daxwazên ku jê tên kirin, heta ku ji destê wî tê, pêk bîne. Piştî erdheja Wanê li Rîzeyê jî lehiyek rabû. Hesasîyeta ku li Rîzeyê hat nîşandan, bila li Wanê jî bê nîşandan.”


‘Erdhejê, derzên civakî derxist holê’


Rêvebera Navenda Lêkolîn û Pêkanîna Pirsgirêkên Jinê Ya Wanê (VAKASUM) Ceyhan Tîmûr jî xebatên xwe yên li ser jinê û tespîtên piştî erdheja Wanê kirine, vedibêje. Ceyhan destnîşan dike ku piştî herdû erdhejên mezin, dîtine ku kêmasiya herî mezin, a koordînasyonê bûye û dibêje ku “Ji xeynî kêmasiyên fizîkî, zirarên madî û derûnî jî, ji ber polîtîkayên hikûmetê derketin holê. Xizanan ji dewlemendan, jinan jî ji zilaman bêtir zirar dîtin. Bi erdhejê re, cudahiyên civakî mezin û kûrtir bûn. Jin zêdetir dizane bi pêdiviyên malê. Piştî erdhejê, me li jinan guhdarî kir. Li nav konan pirsgirêka tenduristiyê her ku diçû zêdetir dibû. Ji bo çareseriyê em bi navendên tenduristiyê re jî axivîn. Ji bo ku bandora erdhejê li ser jinan hinekî sist bibe, me xebatek kir. Ji hîn herêman, psîkologên dildar, sosyolog û perwerdekarên tenduristiyê jî piştgirî dan me û me xebatek wisa da destpêkirin. Erdhej bi tenê bobelateke xwezayî nebû. Piştî vê erdhejê, derzên civakî jî derketin holê.”


Ceyhan balê dikşîne ser xwekuştinên jinan jî. Ceyhan tespîtek wiha dike: “Piştî erdheja Wanê, xwekuştinên jinan zêde bûn û yek ji van xwekuştinên jinan jî, zelal nebûn. Li navçeya Erdîşê bûka 28 rojî, dû re li Bahçeşehîrê, li Elbakê û li Qerqeliyê jî xwekuştinên jinan qewimîn. Temenên jinên ku xwekuştine, ji 18 salî biçuktir bûn. Bi rastî ev xwekuştin, ji ber rola ku civakê daye jinê derdikevin holê.”


‘Ya ku konê çêdike jî çûka mê ye’


Rêvebera Komeleya Jinan A Wanê (VAKAD) Zozan Ozgokçe jî destnîşan dike ku piştî erdhejê li Wanê xizan bêtir xizan bûne û ristên zayendiyê yên di navbera wekheviya jin û zilam de, zêdetir xuya kirine. Zozan dibêje “Çawa ku di civakê de feraseta ‘jin hêlînê lê dike’ heye, ji bo kon û konteyniran jî heman feraset hebû. Bi vê erdhejê re, ferasetên nêrîna zilam a serdest û zext û zordariya wan, bêtir aşkera bû.” Zozan bi bîr dixe ku ji erdhejê, xizanan bêtir zirar dîtine û diyar dike ku ji xwe kesên di nav kon û konteyniran de dimînin, malên qelebalix û yên xizan, jinên ku hevserên wan di girtîgehê de ne û jinên ji hevserê xwe veqetiyayî ne. Zozan dibêje “Me li Wanê li du ciyan kon daniye û xebat û alîkariyên me didomin. Li konên ku me daniye, perwerdehiyên li ser paqijiyê, mafên mirovan, mafên jinan, tenduristiya zayendî û hwd tê dayîn. Jinên ku tên wan konan, pirgirêkên xwe, kêfxweşî û xemginiyên xwe bi hev re parve dikin. Minak, di civîna me ya borî de jinan behsa zewacên xwe kir. Bi kurtasî bêjim em dixwazin ku di van konan de jin û zarok stresa erdhejê pariyek be jî ji ser xwe bavêjin û xemgîniyên xwe bi hev re parve bikin.”


Wêne: Heybet GUNEŞ


Werger: Rûken PEL


(hg/gk/hp/xo)