Şandeya tendûristiyê ya KCD’ê çu Rojava
15:08
Tebax
31
/ 2014
JINHA
AMED - Heyeta Komîsyona Tendûrîstiyê ya KCD'ê ya ji 11 kesan pêk tê ji bo ku li Rojava kontrolên tendûrîstiyê bike çû Rojava.
Heyeta ji 11 endamên Komîsyona Tendûrîstiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê derbasî Rojava bû. Heyet dê hefteyekê li Rojava hevdîtinan bikin û kontrolên tendûrîstiyê bikin. Heyet dê hewcehiyên tendûrîstî yên welatiyên êzdî yên li Wargeha Newrozê dimînin diyar bikin. Heyet hevdîtin û çavdêriyên xwe yên li wir dê vegêrînin rapor.
(zt)
