Li Kadikoyê ji bo pîrozbahiyê tenê saetek destur hat dayîn
16:46
JINHA
STENBOL - Piştî mîtînga "Gelên Rojhilata Navîn aştiyê dixwazin" ku di 1'ê Îlonê de li Qada Îskele ya Kadikoya Stenbolê bihata lidarxistin ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin polîsan qad dorpêç kir. Di hevdîtinên navbera PHD’ê û polîsan de saetek destur hat dayîn.
Rêxistin û partiyên siyasî yên ku di nava wan de HDP, DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê hene xwestin 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Qada Îskele ya Kadikoyê pêk bînin. Walîtiya Stenbolê bi hinceta ku "çûn û hatina wesayîtan asteng bibe" mîtîng qedexe kir. Piştî biryara qedexekirinê polîsan bi wesayîtên zirxî qad dorpêç kir. Komîteya Amadekar a Mîtîngê ragihand ku ew biryara walîtiyê nas nakin û roja 1'ê Îlonê dê dakevin kolanê. Hat zanîn ku nûnerên odeyên pîşeyî û partiyên siyasî li Kadikoyê bi daxuyaniyekê biryarê şermezar bikin.
Ji saetên serê sibê de Hevserokê PHD’ê Emrullah Bîngul li gel polîsan nîqaş dikir. Di encama nîqaşan de dê li Kadikoy Îskelesi de ten saetekê bi girseyî daxuyaniyekê bidin.
Ji bo beşdarbûna daxuyaniyê gel dibin dorpêşa polîsan de berê xwe dan qadê.
(zt)
