Zarokan pêşangeha xwe ya wêneyan pêşkêşî zarokên Şengalê kirin

17:37

JINHA


AMÛDÊ-   Li bajarê Amûdê  ji zarokên diçûn qursa wêne heft zarokan teqdîrname sitendin. Piştî ku pêşangeha wêneyên zarokan li sînemaya şewitî hat vekirin,  weke diyarî ji bo zarokên şengalê hat pêşandan. Mamostaya wêne ya zarokan Nûrşîn Hasen girêdayî pêşangeha wêneyên zarokan axaftinek kir. Zarokên ku  wêneyên wan di pêşangehê de hate pêşkêş kirin kêfxweşiyên xwe û sedemên wêne çêkirinê anîn ziman.


Li Sînemaya Şewiti ya bajarê Amûdê pêşangeha wêneyên zarokan hat vekirin. ji bo temaşekirina wêneyan malbatên wan û gelek kes hatin li pêşangehê nêrîn. Ev pêşangeh weke diyarî ji bo zarokên şengalê hat pêşkêşkirin. Zarokan ji bo vê rojê xwe xemilandibûn û ser temaşevanên wêneyan şêranî belav kirin. Zarokên ku diçûn qursa wêne teqdîrnameyên xwe girtin. Teqdîrnameyên zarokan  ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ve hatibûn îmzakirin.  Zarokên  ku  wêneyen wan di pêşangehê de hate pêşkêş kirin kêfxweşiyên xwe û sedemên wêne çêkirinê anîn ziman. Mamosteya wêneyan Nûrşîn Hesen piştî ku ser giringiya pêşangeha zarokan axivî tevayî zarok yek  bi yek pîroz kir û teqdîrnameyên wan  da wan.


 Wêne û muzîk li hev hatibû


Wêneyên ku li dîwarê sînema hatibûn vekirin  her yek ji wan xwedî peyameke cûda bû. Yên ku ev wêne çêkiribûn zarokên temenê wan navbera 10-11-12 saliyê bûn.  Di piraniya wêneyan de xweza û jin hebûn. Lê di her wêneyekê  de xemgînî û êşeke ku raperîn dikir hebû. Li gel van wêneyan  muzîkeke bi melodiyek giriyan ku bi  wêneyan re bibû yek hatibû vêxistin.  Wêneyên ku hatibûn neqişandin di bin wêneyên zarokên ku di sînema Amûdê de di encama şewatê de giyandidan hatibûn daliqandin.   


 ‘Şaxê darê mina porê jinê berlav bûye’


Keça bi aslê xwe ereb Dua Omerilah  deh salî ye. Piraniya wêneyên di pêşangehê de yên Dua ne. Dua ji ber ku ji xwezayê û jinan hez dike di wêneyên xwe de herî zêde girêdana xweza û jinê bi hev ve dide çêkirin. Dua ser wêneyeke xwe weha şîrove kir "Şaxên darê mîna porên jinê belav bûye. Şaxek ku tewiyaye mîna destê jinê min çêkiriye ev dest jî dixwze zaroka xwe di himêza xwe de biparêz." Zaroka bi navê Cînan  Deham ya 12 salî jî weha axivî "Ji ber ku ez bi baldarî nêzîkî wêneyan dibûm  mamoste ya min  ji bo ez wêneyan çê bikim  min  kişande  neva qurseya fêrbûyîna wêneyan. Ez li gorî hestên  kêliya ku tê de jiyan dikim wêneyan xêzdikim."


‘Di wêneyan de raperîn û êş hene’


Mamosteya zarokan ya wêneyan Nûrşîn Hasen berî ku teqdîrnameyên  zarokan bên dayîn ser giringiya perwerdeya zarokan ya wêne axivî. Nûrşîn da diyar kirin ku pêwîste her malbatek ji bo vî karî ji zarokên xwe re alîkar bin, bi baldarî nêzîk bivin û weha berdewam kir " Hebûna zarokan xweşiya jiyana civakê ye, ev zarokana jî cîhana xwe ya xweşik bi riya wêneyan, şerê başî û paqijiyê, li hember xerabî û gemariyê didine meşandin. Di wêneyên wan de raperîn, sitemkarî û ne pejirandina êşên mirovatiya ku  encamê şeran û zulim û zorahiyan hene. Ji bo bi dawîbûna van sedeman, herî baş ew rê didine nîşandan. Ji ber ku di xwezaya wan de jiyaneke bi azadiyê re sitrandî heye. Ji lewma bi wêne çêkirin jî ew  deriyên hestê xwe ji her kesekî re vedikin û her kesekî dawetî vê sitrandinê dikin. Bi hêviya ku ev deriyê wan her dem vekirî be, bi baweriya ku ewê berdewam bikin serkeftinê dixwazim."


 (za/zt)