Çeteyên DAIŞ’ê agir berda gundê Xirana yê Şengalê
17:48
JINHA
ŞENGAL- Gundê Xirana yê li bakurê Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hat şewitandin.
Çeteyên DAIŞ ên dijminê mirovahiyê li Şengalê şewitandina cihên pîroz ên aîdî Êzidiyan û gundan didomînin. Nûçegihanê ANF’ê Dîlgeş Ernesto yê li Şengalê ragihand ku gundê Xirana yê li bakurê Şengalê duh saet derdora 16.00’an ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hat şewitandin. Nûçegihanê ANF’ê yê li cihekî nêzî gund e got ku şewata li gund hîn didome. Di encama êrîşên 3’ê Tebaxê destpê kirin de şêniyên gundê Xirana ku koç kirin, hat diyarkirin dibe li gund îxtiyar mabin û fikarên li gund komkujî hatibe kirin tên kirin.
Çeteyên DAIŞ duh li hemberî gundê Bare yê girêdayî Şengalê jî êrîş pêk anîbûn. Di êrîşa li hemberî gundê di destê gerîlayên HPG’ê de, di şer û pevçûnan de 8 çete hatin kuştin û 15 çete jî birîndar bûn. Çeteyên windahiyên giran dan neçar man paşde vekişin.
(zt)
