Ji Dayîkên Aştiyê banga beşdariya li ‘mitînga aştiyê’
18:02
JINHA
WAN - Meclîsa Dayikên Aştiyê, ji bo meşa bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Wanê ji sê baskan ve ber bi navendê bê lidarxisti, banga beşdariyê kir.
Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Rûkiye Aslan da xuyakirin ku bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ew hêvî û daxwaza pêkhatina aştiyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Rûkiye diyar kir ku drama gelê Şengalê yê rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine li pêş çavê tevahiya cîhanê dewam dike û destnîşan kir ku ew komkujiyên li tevahiya cîhanê şermezar dikin.
Rûkiye bal kişand ser "pêvajoya çareseriyê" ya li Tirkiyeyê tê meşandin û anî ziman ku helwesta ne ji dil a AKP'ê zerarê dide gelan. Rûkiye komkujiyên DAIŞ'ê yên li Sûriye û Iraqê bibîr xist û ragihand ku çete li herêmê bi destê AKP'ê mezin bûye. Rûkiye hêviya xwe ya ji bo aştî û azadiyê dubare kir û ji bo meşa 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya sibê li Wanê bi pêşengiya Platforma Demokrasiyê, DBP û HDP'ê tê lidarxistin, banga beşdariyê kir.
(zt)
