Sabriye Orak: Em di nava KCD’ê de rêveberiya wekhev armanc dikin
11:26
Bêrîtan Elyakut - Periha Kaya / JINHA
AMED – Kongreya Civaka Demokratîk xwe ji nû ve avadike û dê di 6-7’ê Îlonê de kangra xwe ya asayî ya 2’emîn lidarbixin. Sabriye Orak diyar kir ku dê piştî kongreyê rol û mîsyona xwe weke jin din ava KCD’ê de bidin nîşandan û got: “Jinên k udi nava xebatên me de cîh digirin û tevlî xebatên me dibin dê j ili hemberî hişmendiya mêran bi hêza xwe ya cewherî cîh bigirin.”
Li aliyeyê ji bo didarxistina 2’emîn kongerya desteya bilind ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê ya asayî dê di 6-7’ê Îlonê de bê lidarxistin; li aliyê dinê jî ji bo rêveberiyek wekhev xebat tê kirin. Endama Komuteya Amadekar ya KCD’ê Sabriya Orak di sazumaniya nû ya KCD’ê de rol û mîsyona jinan wiha anî ziman: “Emê bi modela demokratîk emê modela xwe ya xweser avabikin. Emê weke jin din ava KCD’ê de rolek çawan bigirin divê em baş ser rawestin. Em weke jin din ava KCD’ê de rêveberiya wekehev armanc dikin.”
‘Emê di vê pêvajoyê de pergala hevserokatiyê bêxin meryetê’
Sabriye anî ziman ku dê din ava hemû xebatên xwe de rêveberiya hevbeş armanc bikin û wiha domand: “Din ava xebatên KCD’ê de armanca me ya yekem rêveberiya wekhev xistina meryetêye. Jinan di mijara pêşengiyê de rolek giring girtine, emê vê weke şoreşekê bigirin dest û binirxînin. Ji xwe di pêvajoya me ya derbasbûyî de jî pergala hevserokatiyê hebû. Emê di pêvajoya nû de jî heman pergalê bixin meryetê.”
‘Emê sazumaniya nû li pênc herêman bêxin meryetê’
Sabirye destnîşan kir ku dê li pênc herêman sazumaniya xwe ya nû bêxin meryetê û wiha berdewam kir: “Me komusyana xwe ya tayîbet ya jinan şandiye her pênc herêman. Li van herêman hevalên me yên jin xebatên delegeyan birêvebirin. Jin mal aml geriyan bi vî awayî li sazumaniya nû xwedî derketin û din ava sazumaniya nû de me xwe dît. Eleqeya jinan zêdbû. Jinên xwe di rêveberiya wekehev de pêşniyar kirin hebûn.”
‘Em din ava KCD’ê de xebatek azad armanc dikin’
Sabriye balkişand ser rola jinan di nava KCD’ê û civakê giştî de û wiha berdewam kir: “Jinên k udi nava xebatên KCD’ê de cîh digirin û yên beşdar dibin dê li hemberî pergala hişmendiya mêrane ya ser civakê hakîm bi xweseriya xwe ya tayîbet bixebitin. Di vê mijarê de gelek hewildan û xebat pêwîstin, ji ber hîna civakê pergala hişmediya mêran derbas nekiriye û ev jî weke astengî derdikeve pêşiya me.”
‘KCD rêxistinek ya Kurdistanêye’
Sabriye ji bo hilbijartina endamên nava xebatan jî wiha got: “Xebata xwe ya ku me li 5 herêman belav kirî weke Bakurê Kurdistanê ji Amed heya Botanê ji Serhed heya Başurê Rojava heya Dêrsimê li 25 navendan em bi kesîmên civakî re habin bahev. KCD rêxistinek Kurdistaniye. Ji ber wê jî me li gel hemû gelên ser vê rednîgariyê jiyan dikin nirxandin kirin. Me ji bo wan got: ‘Hun dikarin bi pergala delegeyan din ava KCD’ê de cîh bigirin.’ Bi tayîbetî jî me ev xebat li Mêrdînê birêve bir.”
‘Emê hewil bidin bibin layêqî gelê xwe’
Sabiriye derbirî ku wan li pênc herêman sindoq danîn û navên ku li gorî wan sindoqan hatin diyar kirin wan weke delegeyên KCD’ê pejirandin û wiha got: “Vê pêvajoyê me 500 delege hilbijartin hemû delege bi hilbijartinê hatin diyar kirin. Cardin ji bo rêveberiya wekhev me ji saziyan delege xwestin. Em baldikişînin ser rêveberiya wekhev ya jin û mêran. Ji gel eleqeyek mezin heye. Emê jî hewilbidin bibin layêqî gelê xwe.”
‘Emê ji bo sibeyek azad û demokrat tekoşînê bikin’
Sabiriye bi salan polîtîkaya qirêj ya ser jinên kurd û di van demên dawiyê de jî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser jinên kurd yên Êzidî li Şengalê bibîrxist û wiha domand: “Emê weke jin li hemberî van qirkirinan xwe birêxistin bikin. Girêdayî vê emê ne tenê weke jinên kurd, divê hemû jinên ser vê erdnîgariyê jiyan dikin bi hev re tevbigerin. Banga me ji bo hemû jinên cîhanê, Rojhilatanavîn û Kurdistanê bila xwe di saziyan de bi rêxsitin bikin û bi hev re ji bo sibeyek azad tekoşînê bikin.”
(zt)

