3 hezar sale kelha Wanê neyînika dîrokê ye
13:04
Bêrîvan Sumer / JINHA
WAN – Yek eserên dîrokî û şahidiya gelek zincîrên dîrokê kiriye û di dîrokê de deriyê xwe ji gelek gelan re vekiriye Kelha Wanê ye. Kelha Wanê li kêleka Gola Wanê hinekî dur dikeve bi qasî ku ji serê wê bajar hemû xuya dike bilinde. Yên ku diçin ser Kelhya Wanê ji bedewî û delaliya wê re heyîran dimîne.
Ji beriya dîroka 9 hezar salan heya niha Tuşbaya Wanê bi gelek eserên xweyên dîrokî bajar aniye rewşa geşt û gozariya xwezayî. Weke Pişîka Wanê, Masiyên Wanê, Nîvgirava Akdamarê Kelha Wanê jî ji bo geşt û gozariya bajar xwediyê giringiyek mezine. Kelha Wanê 5 kîlometreyan durî bajare û kêleka Gola wanêye. Kelha Wanê ser cihek bilind, kevir û asê hatiye çêkirin. Firehiya wê ji 20 heya 120 metreyan tê guherîn, dirêjiya wê 800 metre ye û bilindiya wê jî 100 metreye.
Kelhê demek dirêj bi navê Tuşbe bûye payîtexta dewleta Urartuyan. Keleh ji aliyê kurê Quralê Urartuyan Lutipri Sardurê 1’emîn ve di sed sala 9’emîn de hatiye avakirin. Sardurê 1’emîn di wê pêvajoyê de hemû qebîleyên kurdan yên li wê herêmê komdike bi hev re Wana ku niha tê zanîn bi navê Tuşba avadikin û dike payîtext. Yek ji kelhên Urartuyan avakiri ya herî sitratejîk Kelha Wanêye. Keleh ji du beşên hindir û ji der ve pêktê. Ji beşa hindirê Kelhê yê herî giring Birca (Madir) ya ku Sardur ser surên kelhê avakiriye. Mezarê Qiralên Urartuyan Menua û 1’emîn Argiştî û hezar û yek pêplîngên wê hene. Beşa ji derve jî Perestgiha weke (Analikiz) tê naskirin du perestgihên cudane.
Beşek giring yê kelhê ayîdê Argişt ê 1’emîne ku ji goristanên bi keviran hatiye çêkirin
Urartuyên kul i Wanê sê sedeyan deshilatî kirîn berhemên wan yên nivîskî ji dîrokê û nifşê nû rê hêalne dide diyar kirin ku ji berhemên Urartuyan li Wanê çêkirîn ya herî giring jî Birca Madire. Li gorî em ji nêzî 500 çavkaniyên nivski yên Urartuyan hîn bûn ku gol û cihên çiyayî ji bo wan heya dawiyê pîrozin. Di Urartuyan de 79 xuda û xudawend hene. Di kelhê de beşê diyê giring goristanên ji aliyê Argişti yê 1’emen ve bi keviran hatî çêkirine. Hem ali kêleka wê jî nivîsên Urartuyan yên bi navê Horhor yên heya roja me hatine tên dîtin. Li bakurê rojavayê kelhê jî du cihên bîrdariyê hene ku îro di nava gel de weke Analikiz tê naskirin du mezarên di cihek vekirî de ji aliyê Sarduri yê 2’emîn ve hatiye çêkirin hene.
Beriya Mîlandê di sed sala 7’an de kelih dikeve destê Asuriyan. Heta salên 1915’an her dem kelih hatiye mêtîngerkirin ji aliyê hêzên ji derve ve. Di çaxa navîn de jî ji aliyê Selçuqiyan û Karakoyunan ve hatiye mêtîngerkirin. Di dema dawiyê de jî ji aliyê Osmaniyan ve hatiye mêtînger kirin.
Din ava eserên dîrokî malên xitabûyî de cîh digire
Bajarê Kevin yê Wanê ku 500 hezar metreyan dikeve başurê kelhê di dema Urartuyan de çawan hatiye bi karanîn tu belge û şopên dîrokî nehêlane. Rojhilat, başur û rojavayê bajêr bi suran bakurê wê jî bi kelhê hatiye girtin. Ketina bajêr ji aliyê kelhê de bi çar deriyan çêkirine. Li gel k udi aliyê dîroka çêkirina suran de tu çavkaniyên dîrokî nîne jî lê li gorî hinek belgeyan di dema Akkoyunlu yan de ku ji axê re di gotin ‘bat’ve hatiye çêkirin. Ev bajarê kevin k udi dema Selçuqiyan de weke Ulu Camî, di dema Osamaniyan de jî weke Camiya Husrev Paşa, Camiya Kaya Çelebî, Hemanên wê weke (Hemamên cot) Gumbet (Du Gumbet) û malên xirabûyî yên balê dikişînin din ava eserên dîrokî de cîh digirin.
Kelha wanê aniye rewşa muzeyan
Kelha Wanê ya ku ji dema Urartuyan heya dema Osmaniyan bûye dika bicîhbûnê tayîbetiyên weke ser dîwarên surên wê du deriyên ketina hindir, cihê cepxaneyan, ambar, birc û belgeyên yekem yên îstamê têde hatiye dîtin din ava xwe de digire. Dîwarên bedena û bircên wê bi berên xurde, bilok, û berên hatine birîn û nexişandin hatiye çêkirin. Di dema Osmaniyan de keleh bi tevahî ji bo armancên leşkerî bi kar anîne. Ji sala 1915’an heta niha bi awayê xirabe keleh û malên xirabe yên Wanê dimînin û weke muzeyan tê bi karanîn.
Wana kevin ya ku weke Tuşba tê zanîn her havîn dibe cihê herikîna geştiyaran.
Kamera- Wêne:Baci Anuk
(zt)

