Hişmendiya girtina girtiyên nexweş bû sedema mirina girtiyek dinê jî
13:11
JINHA
ÎZMÎR -Girtiyê bi navê Yaşar Dere yê ji doza PKK'ê li Girtîgeha Şakranê dima di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê ji doza PKK'ê yê bi navê Yaşar Dere yê ku 17 sal berê li Çewlîkê di encama pevçûnekê de hate girtin û cezayê heta heta girtî li Girtîgeha Şakranê di qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. Yaşar li girtîgehê nerihet bû û berê birin nexweşxaneya li girtîgehê û lê ligel mudaxeleyên yekemîn jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yaşar li Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê tê sekinandin û malbat jî ji Enqere ji bo cenaze bigire hate Îzmîrê. Bi malbatê re rêveberên DBP'ê yên Îzmîrê li ber Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê sekna xwe didomînin û hate hînbûn ku dê cenazeyê Yaşar bibin Elbîstanê û li wir defin bikin.
Birayê Yaşar Îbrahîm Dere, diyar kir ku tu nexweşiyên birayê wî ji wan re gotin tunebûn.
(zt)
