Di derbarê polîsê nûçegihana me birîndar kirî de serlêdana suc

13:46

JINHA


AMED - Li navçeya Bêrecuka Rihayê, di dema çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava de Nûçegîhana JINHA'yê Şehrîban Aslan bûbû hedefa kevirên ji aliyê polîsan ve hatiye avêtin. Şehrîban, serî li dozgeriye da û derbarê polîsan de gilî kir. 

Li navçeya Bêrecûka Riyayê pişî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, gelê Bakûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê çalakiya kon veda bû. Di 20'ê tîrmehê de Nûçegîhana JINHA'yê Şehrîban Aslan ku çalakî dişopand, di mudaxaleya polîs û leşkeran ya li hemberî çalakiyê de bû hedefa kevirê ji aliyê polîsan ve hatiye avêtin û birîndar bû. Şehrîban a ev demeke dermandibe, li dozgeriye derbarê polîsan de gilî kir û tazmînat xwest. 

‘Bi zanebûn Şehrîban hedef girtine’


Şehrîban, di daxwaznameya xwe ya giliyê de destnîşan kir ku polîsan raste rast kevir avêtine wê û xwest ku polîsên êrîş li wê kirine bên tespîtikirin. Parêzerê Şehrîban jî got ku polîsan bi qestî kevir avêtine miwekîla wî û da zanîn ku ji bo tazmînata madî û manevî serî li Wezareta Dadê dane. 


(zt)