NY: Li Îraqê di meha tebaxê de 1.420 kes hatine kuştin

13:57

JINHA


BEXDA – Mîsyona NY ya Îraqê da xuyakirin ku di nava meha Tebaxê de herî kêm 1.420 kes hatine kuştin.


Li gorî Mîsyona Iraqê ya Netewên Yekbûyî NY, li gel 1.420 kesên hatin kuştin, di nava heman mehê de 13.70 kes jî birîndar bûne.


Mîsyona NY ragihand ku di nava vê bîlançoyê de herêma El Anbar a li rojavayê Iraqê nîne, ji ber ku ev herêma şer li derveyî kontrola hikûmetê ye, zehmet e hejmara mirî û birîndaran bê piştrastkirin.


(zt)