Bi boneya 1’ê Îlonê Dayîkan ji Abdullah Ocalan re name şandin
14:05
Îlon
1
/ 2014
JINHA
AMED - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiye yên Amedê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re name şandin.
Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiye yên Amedê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re name şandin. Dayîkan name ji Postexaneya Şaxa Sûrîçî şandin. Dayîka bi navê Gulîstan Erek, piştî name şandinê ser navê dayîkan axaftinek kir. Gulîstan, got ku ew hêvî dikin şerê ku ev bi salane didome, bi dawî bibe û wiha axivî: "Êdî bila aştî were Kurdistanê. Bila tu dayîk êdin negirîn."
(zt)

