Dîdar Şensoy ser gora xwe hat bibîranîn
14:18
JINHA
STENBOL - Aktîvîsta mafên mirovan Dîdar Şensoy a ku di 1'ê Îlona 1987'an de ji bo balê bikşîne ser zextên li girtîgehan tevlî meşa Enqereyê bû û di encama destwerdana polîsan de jiyana xwe ji dest dabû. Endamên ÎHD'ê yên Stenbolê û hevalên wê yên têkoşînê Dîdar li ser gora xwe hat bibîranîn.
ÎHD di 1'ê Îlona 1987'an de ji bo balê bikşîne ser rewşa girtîgehan ji Stenbolê ber bi Enqereyê meşeke li dar xist. Polîsan mudaxaleyî meşê kir û di encamê damezrînera ÎHD'ê Dîdar Şensoy jiyana xwe ji dest da. Endamên ÎHD'ê û hevalên wê yên têkoşînê di 27'emîn salvegera mirina wê de çûn ser gora wê ye li Goristana Ferîkoyê û ew bi bîr anî.
‘Li her derê me bi hev re tekoşîn kir’
Birayê wê Sadettîn Şensoy, hevala wê ya têkoşînê Nedîme Çevîk, Serokê ÎHD'a Stenbolê parêzer Abdulbakî Boga û nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Umît Efe û gelek kes tevli merasîma bîranîna Dîdar bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Serokê ÎHD'a Stenbolê parêzer Abdulbakî Boga diyar kir ku keda Dîdar Şensoy a ji bo mafên mirovan gelek e û wiha got: "Şensoy bi wêrekî û biryariya xwe li hemberî zextan li ber xwe dida. Heta ku di êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da jî ev têkoşîna xwe didomand."
Hevala wê ya têkoşînê Nedîme Çevîk jî anî ziman ku Dîdar jineke ku têkoşîna jinan dabû ser milê xwe bû. Piştî axaftinan beşdarvanan bi strana "Hasretinle yandi gonlum" ku Dîdar jê hez dikir dawî li çalakiya xwe anî.
(zt)

