Bi vekirina Deriyê Sêmalkan re bazirganî despê kir
14:31
JINHA
DÊRÎK- Piştî vekirina deriyê Sêmalka yê di navber Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bi awayekî fermî xebatên kirîn û firotanê dest pê kirin û bazirganiya hemû madeyan ji bilî çek û genim hate erêkirin.
Li gor rêveberiya Gomrika deriyê Sêmalka diyar kir ku madeyên ji Başûr derbasî Rojava dibin ji cilên nû û kevin, parçeyên tirimpêlan, alavên elektronîk, madeyên avahîsaziyê, cenatorên ceyranê û madeyên xwarinê pêk tên. Berpirsyaran diyar kir ku nêzî 500 ton ji hesin û çîmento her roj derbasî Rojava dibe, ji Rojava jî 2 hezar sewal derbasî Başûr dibin.
‘Êdî deriyê Sêmalkan 24 saetan vekiriye’
Di derbarê meşandina xebatê di deriyê Sêmalka de Delîl Hacî Abdullah diyar kir ku derî 24 saeta û her roj vekiriye. Abdullah dest nîşan kir ku ew ê bi awayekî ewle veguhestinan hêsan bikin. Delîl wiha wiha berdewam kir: “Rêveberiya Gomirkan wê rojên pêş de zagonek a bazirganiya nok, nîsk û hwd derveyî genim erê dike derxînin.”
‘Veguhestina sewalan êdî hêsan bûye’
Bazirganê pez yê bi navê Silêman Mehmûd bal kişand ku veguhestina sewalan êdî di derî re hêsan bûye û diyar kir ku berê ev veguhestin di riyên qaçax re çêdibû. Silêman got ku rakirina bihayê baceya li ser madeyên bazirganiyê nakokiyan derdixe û ji berpirsyaran daxwaza erzankirina baceya gomrikê kir.
(zt)
