Welatiyên Amûdê hevşaredarên xwe hilbijartin

14:42

JINHA


AMÛDÊ-  Bi civînekê Endamên Şaredariya Amûdê li navenda şaredariya  bajêr  Hevşaredarên xwe hilbijartin.


Endamên Şaredariya Amûdê di civînekê de li hev kombûn û hevşaredarên xwe hilbijartin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevşaredar Bêrîvan Yûnis û Umer Silêfî ser despêka xebatên şaredariyê wiha gotin: “Bi derfetên kêm me dest bi avakirina komîteyên  şaredariyê û berfirehkirina xebatan kir .”


‘Durî berjewendiyên kesanî bi awayek demokratîk bixebitin’


Bêrîvan Yûnis bang li endamên şaredariyê kir ku di  hilbijartinên Hevşaredariyê de bi awayekî demokratîk û dûrî berjewendiyên şexsî û mlabatî bikevin û diyar kir ku berjewendiyên kar li ser her berjewendiyan re ne. Encama hilbijartina Hevşaredariyê de Menal Ebd El-Selam û Ebd el-Qadêr Mella hatin hilbijartin.


Hevşaredarê wê sê mehan heya li dar xistina hilbijartinên Meclîsa Zagonsaz û Şaredariyan dê bidome.


(zt)