Zagonên tirafîkê ji bo jinên bi baweriya Sîxî ne derbasdare

15:24

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Zagona tirafîkê ya nû li Hindistanê , tenê ji bo jinên ku baweriya wan Sîxî tê bi karanîn. Jinên xwediyê baweriya sîxî dema ku li motoran siwar dibin kask a ji bo parastina serî nadin serê xwe, ji ber li gorî bawriya wan ji derveyî filarên hindi yên neqişandî divê tuştek dinê nedin serê xwe.


Li Hindistanê  Di sala 1998’an de hikûmeta Niyûdilhî zagona di trafîkan de kaskan xistina serê xwe teqez kiriye. Ji bo kesên ajovaniya motoran dikin kaska weke parastina serî tê bi karanîn. Her wiha ev ne tenê ji bo kesê ajokarê morotê di heman demê de ji bo kesên li piş wan jî siwar dibin bi heman şêweyiye û divê ew jî heman kaskê danin ser serê xwe. Ev zaron li hemû dewletên cîhanê weke zagonek neçarî û divê bê bikaranîn tê dîtin. Di 30’ê tebaxê de zagona kaska parastina sarî ji bo jinên baweriya wan Six e hat guhertin.


Jinên baweriya wan sîxiye tuştekê nadin serê xwe


Di baweriya Sixî de veşartina serî  ji bo jinan qedexe ye. Jinên Sîxî ji derveyî filarên hindi yên nexişandî tişteke din ji bo nixumandina serê xwe bi kar nayînin. Ev bawerî bû sedema ne qebûlkirina Sîxiyan ji bo zagona ku  di sala 1998’an de hat sazkirin û daxwaza guhertina vê zagonê kirin. Li gorî lêkolîna ku Dawîreya Giştî ya Tirafîkê a Niyûdilhî kir, hat diyar kirin ku her roj 5 kes ji ber qezayên tirafîkê jiyana xwe ji dest didin. Ji nav her 5 kesan teqez 3 kes ajovnên Motoranin yan jî kesên ku li dû ajovan li Motor siwar dibinin.


(şh/zt)