DAIŞ û Boko Heram mirovan qetildikin û jinan direvînin

16:13

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Çekdarên Boko Heram yên Nîiaryayê serê Mesîhiyan jê dikin, keç û jinên wan jî difroşin yan jî bi zorê li xwe mar dikin.

Çekdarên Boko Heram yên Nîjaryayê weke çekdarên DAIŞ serê mesîhiyan jê dikin, keç û jinên wan jî difroşin yan jî bi darê zorê li xwe mar dikin. Her wiha dest didin ser mal û mulkên wan jî. Boko Heram grupekî terorîst yên Nîjaryayê yên nasnavê wan bi wateya (Xwendina bi zimanê biyanî herame) û armanca wan jî dagîrkirina hemû axa Nîjaryaye.

Di sala 2002’an de Boko Heram ji aliyê kesê binavê Mihemed Yusif ve hatiye avakirin. Her weha di 15’ê nîsana îsal de wê grupê 276 keçên xwendekar revandine û heya niha jî çarenivîsa wan nediyare.


(zt)