Ji bo Endama HPG’ê Emîne mewlûd hat dayîn

18:27

JINHA


SÊRT – Ji bo Emîne Koyun (Koçerin Diderî) a HPG’î li Sêrtê mewlûd hate dayîn.

Li taxa Alanê ya Sêrtê ji bo Emîne Koyun (Koçerîn (Diderî) a ku beriya demeke şehadeta wê hate aşkerakirin li konê sersaxiyê hatibû vekirin îro mewlûd hate dayîn. Serokê PHD’ê ya Sêrtê Mehmet Ata Înan, Hevserokê HDP’ê yê Sêrtê Yilmaz Çinar, Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr, Seroka Meclîsa Giştî ya Bajar a Sêrtê Hatîce Tay, Endamên Meclîsa Aştiyê û nûnerên hin saziyên sivîl jî di nav de bi sedan kes beşdarî mewlûdê bûn. 


Piştî mewlûda ku bi rêzgirtinê dest pê kir Serokê PHD’ê ya Sêrtê Mehmet Ata Înan axivî û wiha got: “Nirxê herî mezin a têkoşîna azadiyê ya ku gele kurd ev 40 sal in didomînin şehîdên azadiyê ne. Ji ber vê yekê jî xirakirina şehîdgeha ji bo PKK’î û HPG’iyan hatine çêkirin ji aliyê gelê kurd ve nayê qebûlkirin. Ez bang li gelê Sêrtê û hemû gelê kurd dikim ku xwedî li şehîdên xwe û şehîdgehên ku ji bo şehîdan tên çêkirin derkevin.”

Piştî axaftina hate kirin bi kurdî muwlûd hate xwendin û xwerin hate dayîn.


(zt)