Li Amedê 1’ê Îlonê ya bi coş

18:50

JINHA


AMED – L i Amedê bi hezaran welatî herikîn mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya kul i Meydana Îstasyonê hatî despêkirin. Ji 7 heta 70 salî ji çar aliyan ve bi meşê ketin hindirê qadê. Bi duruşmên weke “Bijî Serok Apo” bi hezaran welatî hîna diherikin cihê mitîngê
Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê ve hate organîzekirin li Qada Îstasyonê ya Amedê bi coş dest pê kir. Dayîkên Aştiyê bi tulbentên sipî ji Deriyê Rihayê ber bi qada mitîngê ve meşiyan û hatin qadê. Dayîkan di meşê de pankrata "Serokê azad, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a azad" vekirin û yelekên li ser "Ocalan temînatê aştiya Rojhilata Navîn e" li xwe kirin.

'Ji dua liyan ve welatî bi meşên girseyî ketin hindrê qadê'


Endamên Meclîsa Ciwanên DBP'ê jî li Parqa Koşuyolê hatin cem hev û heya qada mitîngê meşiyan. Ciwanan pankarta "Mêtînger biqewirin, em berxwedana Rojava, Şengal û Mexmûrê bi Bakur re li hev bînin" vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwadana Şengal" berz kirin û meşiyan. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlementerê DEP'ê yê berê Hatîp Dîcle, Parlementerê HDP'ê Altan Tan, hevşaredar, rêveberên DBP û HDP'ê, endamên ESP, EMEP, KCD û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kesên din tevlî mitîngê bûn.

Welatî piştî lêgerînê ketin qada mitîngê û gelek polîs û wesayîtên zirxî li qada mitîngê tên sekinandin. Di platforma ji bo axaftinê hatî amadekirin de pankrata nîşaneya faşîzma Hîtler û DAIŞ'ê û wêneyê koçberiya êzdiyan li ser û nivîsa "Ji kesên li Şengal, Rojava û Mexmûrê li hemberî komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê şer dikin hezar silav. Ji bo aştiyek mayînde divê mîmarê aştiyê azad be." hate daliqandin. Li qada mitîngê gelek pankratên komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê şermezar dikin hatin daliqandin. Li qadê sloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwadana YPG" û "PKK gele gel li vir e" tên berzkirin. 


 (zt)