Stiranbêja Bêrîtani ya bi navê Saly Conze ketiye nava DAIŞ’ê

19:12

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor berpirsên bilind ên Bêrîtanî dane diyar kirin ku “Um Husên” jinek Bêrîtaniye û navê wê yê (Saly Conze) û pêştir stranbêjeke bi nav û deng a Rap ê bûye û ji Birîtanya reviyaye û çuye Sûriyê.

Jina sitiranbêj ya bi navê Saly Conze li tora Twiterê nivîsiye û gotiye: “Ew diçe bajarê Reqê û serê kafiran jê dike û li qadên bajêr dadilaqîne.”

Li gor zanyariyên jêderên ewlekariyê ên Birîtanî ew jina Ingilîzî berya salan kesek bi navê Cunêd Husên nas kiriye û pêre zewiciye û ew yek ji endamên aktîv yê grupa DAIŞ bûye. Li gor nûçeya rojnameya Daily Mailê herduyan bi rêya înternêtê hevûdu naskirine û biryar dane ku bi cuda biçin sûriyê daku  li bajarê Reqê bi hevre bizewicin.


(zt)