Çeteyên DAIŞ ji ber li Cezaa têkçun Sînone şewitandin
19:30
Îlon
1
/ 2014
JINHA
ŞENGAL - Çeteyên DAIŞ ên têkçûna mezin a li Cezaa hezm nekirin, navçeya Sînone yê girêdayî Şengalê şewitandin.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, çeteyên DAIŞ gundê Sînone yê li bakurê Şengalê şewitandin. Çeteyên DAIŞ ên li Cezaa li hember şervanên YPG’ê têk çûn îro danê êvarî bi karwanekî wesayîtan hatin Sînone û bajarok şewitandin.
Şewata li navçeyê ya bi kîlometreyan tê dîtin ku dewam dike nehat zanîn ka gerîlayên HPG’ê mudaxele kirine yan na.
(zt)
