Dayîk: Emê çalakiya xwe bi rêbazên cuda berdewam bikin
08:59
JINHA
AMED – Çalakiya dayîkên ku ji ber neçareseriya pisgirêka kurd beşdarî nava refên PKK’ê bûyîn ya li Parka Bîrdariyê ya li ber Walitiya Amedê hatiye despêkirin di roja 79’an de berdewam dike. Dayîkan diyar kirin ku heya encamekê negirin dê çalakiya xwe berdewam bikin û gotin: “Heta hêza me hebe emê li vêderê bin û em bang li hemû gelê xwe dikin bila bên gel me.”
Dayîkên ku zarokên wan beşdarî nava refên PKK’ê bûne ji bo girêdayî pêvajoya çareseriyê hikumet gavan bavêje li Parqa Bîrdariyê ya li ber Walîtiya Amedê ji 18’ê Hezîranê heya niha dest bi çalakiya runiştinê kirine. Çalakiya malbatan di roja 79’emîn de berdewam dike. Dayîk di her firsetekê de balê dikişînin ser pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin û dixwazin sazumaniyek zagonî bê amdekirin ku ew bikarin bigihin zarokên xwe. Dayîkên kul i ber Walîtiyê runiştine dan zanîn ku zarokên wan bi awayekî mafdar beşdarî nava refên PKK’ê bûne û ew ji dewletê zarokên xwe dixwazin. Ji dayîkan Yildiz Damla anî ziman ku sedem serekeyê çalakya wan ya 79 roje berdewam dike jî avakirina aştiyek mayîndeye û wiha got: “Divê Hikumeta AKP’ê ganvan bavêje û i bo aştiyek mayînde destê xwe bixe bin berde. Ev 79 rojin em dayîk li vêderêne, lê heya niha hikumetê tu gav ne avêtine û bi tu awayî b ime re hevdîtin nekirine. Em ne alîgirê mirinêne. Em alîgirê aştiyê ne û divê hikumeta AKP’ê vê bibîne.”
‘Em aştiyek mayînde dixwazin’
Yildiz destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş yên di girtîgihan de jiyana xwe ji dest nedin û zarokên xwe yên din ava refên PKK’ê de bibînin wan konê azadiyê vedane û wiha domand: “Divê zarokên girtî demek ji yadinê zutir bên berdan. Heger aştiyek mayînde bê avakirin dê despêkê yarokên me yên li çiyayan bigihin malbatên xwe, girtiyên li girtîgihan serbest bibin û Serokatî bi gel re bê bahev. Heger aştiyek meyînde çênebe û Serokê me serbest neyê berdan em zarokên xwe jî na xwazin.”
‘Zarokên me ji ber zilma dewletê reviyane’
Dayîka Yildiz wiha axivî: “Ev 79 rojin em li vêderêne, lê hîna tenê carekê jî Walî nehatiye û negotiye hun çim ali vêderêne. Parlementerên AKP’ê yên Amedê hatin melbatên li Deriyê Çiyê runiştine ziyaret kirin. Ew malbat ji PKK’ê zarokên xwe dixwazin, lê em zarokên xwe ji PKK’ê na xwazin, berevajî em ji dewletê zarokên xwe dixwazin. Zarokên me ji ber zilma dewletê reviyane çune çiyan. Tu zarokên me ne bi zorê ne jî ji keyîfa xwe neçune çiyan. Di dema hilbijartinan de anos dikirin gotinên wekek alîgirê aştiyê AKP digotin. Lê heya niha ew alîgirên aştiyê rojekê nehatin û li derdê me guhdarî nekirin. Me tenê dît ku ji bo girtina dengan em dibin birayên wan.”
‘Maqeyî bi qasî vê zilmê nebînin kurin?’
Yildiz destnîşan kir ku ji ber zarokên wan beşdarî nava PKK’ê bûne ew bi zarokên xwe serbilindin û wiha berdewam kir: “Bese bila êdî vê zilmê ser me de ne barînin, bila biçin ser masê runin bi kurdan re hevdîtin bikin. Çima AKP bi malbatên ku zarokên xwe ji PKK’ê dixwazin re hevdîtin kirin, çima nayên b ime re hevdîtin nakin. Em jî dayîkin yan ji ber em aştiyê dixwazin b ime re hevdîtinê nakin. Bila bên destê kum e ji bo aştiyê dirêj kiriye bigirin. Kîjan kesîmên rastî zilimê hatine hebin bila bên em bi hev re aştiyê biqêrin, êdî bese bila rondikên çavên dayîkan rawestin. Maqeyî bi qasî ku vê zilimê nebînin kurin, mad ê li hemberî qetilkirina zarokan û tecawîzkirina jinan seyîrcî bimînin. Êdî ji vê zilmê re bibin asteng û ji bo avakirina navendên aştiyê keda xwe tevlîbikin.”
‘Em azadiya Serokê xwe dixwazin’
Şehzade Anar jî diyar kir ku tenê daxwaza wan dewlet gavan bavêje, aştiyek mayînde avabikin, girtîgeh bin balakirin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibe. Şehzade da zanîn ku heta ev daxwazinê wan neyên bicîh anîn dê aştiyek mayînde û bê bawerkirin jî çênebe û got: “Em dixwazin bigihin zarokên xweyên başdarî nava refên PKK’ê bûne. Em dixwazin zarokên me yên di girtîgehan de azad bibin û ya herî giring jî em dixwazin Rêberê me azad bibe.”
‘Emê bi rêbazên cuda çalakiyên xwe berdewam bikin’
Şehzade anî ziman ku ew dê çalakiyan xwe ya ku ev 79’rojin berdwam dike dê bi rêbazên cuda berdewam bikin û wiha got: “Heta em negihin armanca xwe emê çalakiyên xwe berdewam bikin. Heta hêza me hebe emê li vêderêbin û em bang li hemû gelê xwe dikin bên gel me.”
(zt)

