Jinên Êzidî hewil didin şopên şer paqij bikin
09:25
Tekoşin Tekin/JINHA
ŞIRNEX – Êzidiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatine Silopiyan, çanda xwe di wan qampan de jî berdewam dikin. Jina Êzidi ya ku ji ber kesê li van deran nasnakin, navê xwe weke Xerîb didin nasîn. Jinên Xerîb di qampan de bi keda xweya vegera jiyanê ji bo zarokên xwe ji hiriya pez balgî, doşek û lihêfan çêdikin.
Jinên Êzidiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê hatine li qampa Şengal ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bicîh bûne li gel derfetên xweyên kêm jî tekoşîna jiyan didin û li gel wê jî çanda xwe didin jiyan kirin. Ji jinên Êzidî Xerîb Hesen ya ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar mane dest ji axa xwe berdane û hatine li qama Şengal ya Silopiya bicîhbûyî ji hiriya pez ji bo zarokên xwe balgî, doşek û lihêfan çêdike. Xerîb Hesen ji ber ku xwe li vanderan biyanî dibînin xwest weke Xerîb navê xwe bide.
‘Li Şengalê weke jin di şertên zor de tekoşîn dikirin’
Xerîb diyar kir ku ji bo pêşeroja zarokên xwe ew û hevserê xwe di bîstanan de dixebitîn û wiha got: “Li Şengalê me weke jin di şertên gelek zor de tekoşîna jiyanê didan. Mal, bax û bîstanên me yên kum e bi keda destê xwe li gundê xwe avakirî, bi carekê re çete hatin serde girin û hemû tune kirin. Çeteyên DAIŞ’ê jin û keçên me girtin birin û li gorî me bihîstî li bazara koleyan difiroşin. Jin û keçên me romet û hesyeta mene, çeteyên DAIŞ’ê yên bê xuda destê xwe dirêjî romet û hesyeta me kirine.”
‘Heger îro em dijîn bi xêra PKK’ê ye’
Xerîb anî ziman ku YPG û PKK’ê ji bo wan qorîdorek çêkirin û bi wê qorîdorê ew ji çiyayê Şengalê derbazî Şirnexêbûn û wiha domand: “YPG û PKK’ê bi ewle em ji çiyayê Şengalê derxistin. Lawêmin, birayên min û hevserê min hemû li Şengalê beşdarî nava refên YPG û PKK’ê bûn û niha ji bo azadiya Şengalê şer dikin. Heger îro em jiyan dikin bi saya PKK’ê ye. Heger PKK nebûya niha kes li vêderê nebû. Heta em hebin li ser ruyê dunyayê emê vê alîkariya PKK’ê ji bom e kirî ji bîr nekin. Ji niha û pêde jî emê her dem bi wan re bin.”
(zt)

