SKB: Emê desturê nedin tarîtiya DAIŞ’ê

11:23

JINHA


LONDRA – Jinên SKB yî li Londrayê kampanyeya ‘Piştgiriya bi Rojava û Şengalê re’ dan despêkirin. Jinan diyar kirin ku dê her roj li cihek cuda çalakiyên xwe berdewam bikin û dê tu carî rê nedin taritiyên DAIŞ’ê.


Hevgirtina Jinên Sosyalîst (SKB) li hemberî DAIŞ’ê barîqata jinan çêkirin û ji bo piştgiriya jinên Şengal û Rojava di çapemeniya Ewrupa de dê mehekê qampanyeya xwe berdewam bikin. Jinan li payîtexta Îngîltere ya Londra yê jinan starta çalakiya xwe dan. Jinan di çarçoveya kampanyeya xwe de li ber Pirtûkxaneya Wood Green ê standa çalakiyên xwe da û li wê dibin panqarta “Bila jinên cîhanê li hemberî terora DAIŞ’ê bibin yek” de bang li bi hezaran mirovan kirin û belavok belav kirin.


‘Ev wehşiyet bi qampanyeya mehekê bi dawînabe’


Jinên SKB yê armanca qampanyeya xwe wiha anîn ziman: “Armanca bingehîn ya qampanyeyê li hemberî hêzên wehşi yên weke DAIŞ’ê li Rojhilatanavîn koletiyê ser jinan ferz dikin jinên xwecihî û koçber bi hişmedî kirin û rakirine. Her wiha avakirina barîkarek jinan ya herî bihêz.”


‘Emê bi jinên xwecihî û koçber de din ava hevdîtinan debin’


Jinên SKB yî dan zanîn ku biboneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê qampanyeya xwe dane despêkirin û dê bi jinên xwecihî û koçber re hevdîtinan pêkbînin. Dê kolanan weke cihên piştevaniyê bixebitînin. Jinan destnîşan kirin ku dê her hefte li cihek cuda çalakiya xwe berdewam bikin û gotin: “Emê desturê nedin taritiya DAIŞ’ê.”


 (zt)