Ji bo zaroka rastî tacîzê hatî rapora balkêş
13:00
JINHA
ZONGULDAK – Di rapora ku ji bo B. C ya ji aliyê zavayê xwe ve rastî tacîzê hatî de gotinên weke “Tendurustiya wê ya giyanî xira nebûye” hatine nivîsîn.
Li Zonguldakê B. C ya 15 salî ku ji aliyê zavayê xwe yê bi navê O. Ç ve rastî tacîzê hatî, hewlda xwe întihar bike. Girêdayî bûyerê bavê B. C serî li dozgeriyê da. Di lêkolîna girêdayî bûyerê ji aliyê Dozgeriya Zonguldakê ve hatî despêkirin de O. Ç hat binçav kirin. Piştî mehekê O. Ç serbest hat berdan. B. C jî li nexweşxaneya zanîngehê hat maîne kirin û di encamê de di rapora wê de “Tenduristiya wê ya gihanî xira nebûye” hat nivîsîn.
(zt)

