Erebên Şîa bi ser parlemana Îraqê de girtin
14:15
JINHA
BEXDA- Erebên Şîa çalekiyek xwepêşandanê li dijî parlementoya Îraqê li darxistin. Bi armanca ku 1700 Xwendekarên zaningehê beriya niha ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Tikrîtê hatibûn kuştin Erebên Şîa bi ser Parlemana Îraqê de girtin.
Erebên Şîa yên ku mirovên wan di bûyera kuştina 1700 xwendekarên zaningehê heyîn êriş birin li ser avahiya parlemantoya Îraqê, di encamê de camên pencereyan û deriyê odeyên parlementoyê şikandin. Her weha tê gotin ku gelek kes jî birîndar dibin û hejmarek parêzvanên parlemantoyê jî birîndar bûne. Îro seet 11: 00 wê parlementoya Îraqê li hev biciyan, lê ji ber sedema van bûyeran hate rawestandin.
Bûyera Spayker 1700 Xwendekarên zaningehê beriya niha ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Tikrîtê bi gûleyan hatibûn kuştin, xwendekarên hatin kuştin giştî Erebên Şîa e
(zt)
